EFRÎN - Kalemêrekî Kurd bû hedefa drona Tirkiyeyê

03-12-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Efrîn Tirkiye Dron Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedema bombebarana droneke Tirkiyeyê, kalemêrekî Kurd li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê birîndar bûye.

Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn – Sûriye ragihand ku îro droneke Tirkiyeyê, du baregehên leşkerî yên hêzên Hikûmeta Sûriyeyê, li gundê Bênê (Ibbîn) yê Şêrawaya herêma Efrînê, bombebaran kirin.

Di encama wê bombebaranê de ku bêhtir ji 7 caran ew navçe hate armanckirin, kalemêrekî Kurd ê 73 salî, bi navê Îsa Gedo birîndar bû.

Li gorî daxuyaniyê herwiha leşkerekî artêşa Sûriyeyê jî birîndar bûye.

Her du birîndar jî hatin veguhastin nexweşxaneyan.

Li gorî zanyariyan, Îsa Gedo ku li Nexweşxaneya Avrînê ye, bi sedema giraniya birîna wî, di rewşeke zehmet de ye.

Îsa Gedo, dema bombebarana drona Tirkiyeyê li nav zeviya xwe ya çandiniyê kar dikir.

Ji berbanga îro ve, dronên Tirkiyeyê li ezmanê gund û bajarokên nahiyeya Şêrawayê digerin û çavdêriya navçeyê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst