Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Amedê ji bo alîkariya Kobaniyê 25 barhilgir şandin Sirûcê da ku di deriyê sînorî re derbas bibin lê ji ber ku Tirkiyeyê rê neda piştî 5 rojan hemû barhilgir vegeriyan Amedê.
Platforma Piştgirî û Parastina Bajêr a Amedê, beriya 5 rojan ji bo mexdûrên êrişên dawî yên li Kobaniyê karwanekî alîkariyê amade kiribû.
Di nava 25 barhilgirên alîkariyê de av, şîr, mama, kelûpelên paqijiyê yên jinan, betanî, doşek û xwarin hebûn.
Karwan ji Ameda Bakurê Kurdistanê ber bi navçeya Sirûcê ya Rihayê ve hatibû birêkirin da ku derbasî Kobaniyê bibe.
Li gel hemû hewldanên Platforma Amedê jî rayedarên Tirkiyeyê rê neda ku alîkarî di deriyê sînorî re derbasî Kobaniyê bibin.
Piştî ku destûr ji bo derbasbûna şandeyê û barhilgiran nehat dayîn, 25 barhilgirên alîkariyê neçar man û vegeriyan parêzgeha Amedê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse