Stenbol (Rûdaw) - Pîrozbahiyên Roja Jinan îsal dîsa li tevahiya cîhanê bi banga wekhevî û aştiyê dest pê kirin. Li Stenbolê jî bi hezar jin bi reng û dengên cihê li hev kom bûn û çalakiyên pîrozkirina roja jinan dan destpêkirin. Banga jinan dîsa aştî, azadî û wekhevî bû.
Bendên hesinî bi qasî 3 kîlometre derdorê cihê çalakiya Roja Jinan hatin danîn. Ew cadde weke hevşoyekî hatiye sazkirin û ji destpêka bendan heta meydana mitîngê jî li 5 cihan, xalên lêgerînê hatine danîn. Li Stenbolê bi hezaran jin di bin van tedbîrên emnî yên awarte de xêrhaitnê li Roja Jinan a cîhanê dikin. Bi wan daxwazên ku wan hîç naguhirin.
Beşdariya bi navê Hanim Taş ji Rûdawê re got: “Roja bratiyê ye, roja aştiyê ye. Em aştiyê dixwazin, aştî.”
Beşdariya bi navê Zînê Altan jî wiha behsa armaca beşdarkirina xwe kir: “Ji bo şîdeta li ser jinê, ji bo heqê jinan û ji bo ku li hemberî koletiya li ser jinan bim ez hatime vir.”
Pîrozabahiyên 8ê Adarê bi dirêjahiya hefteyekê têne sazkirin. Jinên tirk, kurd, ermen û çend pêkhateyên din ên ku li Stenbolê dijîn jî ji bo destpêka pîrozbahiyan li navçeya Bakirkoyê ne. Bi reqs, stran, def û dîlanê, banga wekheviyê bilind dikin.
Welatiya bi navê Meryem Demir jî wiha axifî: “Ji bona jina îro rojeke zaf girîng e. Her têne kuştin û qetilkirin bê dadgeh û heq dimînin. Ez ji bo wê li vir im. Ez serkeftinê ji gelê Efrînê re jî dixwazim.”
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Filiz Keserestecioglu jî got: “Helbet daxwaza yekê aştî ye. Pê re jî azadî ye. Vê hikumetê herî zêde azadiya xelkê ji destê wan girt. Şîddet û dest dirêjiya li ser jinan jî zêde bûye û em ji bo ku li hemberî van geşedanan bisekinin têdikoşin. Li her qada jiyanê em azadiyê û aştiyê dixwazin.”
Di axaftin û peyamên ku li meydana jinan hatin ragihandin de herî zêde amaje bi jinên Efrînê hate kirin. Ji ber ku li Tirkiye dest dirêjî û şîddeta li ser jinan her zêde dibe, peyam û daxwazên wan jî ji her sal girantir û zêdetirbûn. Lê herî zêde jî wan daxwaza rawestandina şer kirin daku zarokên wan nemirin.
Hevseroka HDPê Pervîn Bûldan ew bang di asta herî bilind de anî ziman. Hunermend Mizgîn Tahîr jî heman daxwaz bi stranên Kurdî belav kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse