Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê jinekê kolonya bi ser Gozde Yilmaza 33 salî de rijand û ew şewitand.
Hat zanîn ku dîmenên bûyerê ji aliyê kamerayên ewlehiyê ve hatine tomarkirin.
Bûyer 1ê vê mehê li pêşiya cîhekî şahiyê yê li Taxa Caferagayê qewimî.
Li gorî agahiyan, dema ku Gozde Yilmaz bi hevalên xwe re li derve rûniştibû bi telefona xwe diaxivî.
Piştî axaftinê, gumanbar S.A.G. nêzîkî wê bû û kolonyaya di destê xwe de bi ser wê de rijand û bi heste agir berda canê wê.
S.A.G. piştî êrişê ji cihê bûyerê reviya.
Hevalên Gozdeyê û kesên derdorê midaxele kir.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Di kontrolên tîmên tenduristiyê de hat diyarkirin ku di laşê Gozdeyê de şewatên bi pileya duyem û sêyem çêbûne û tîmên tenduristiyê ew bi ambulansê rakiriye Nexweşxaneya Bajêr a Kartal Lutfî Kirdarê.
Gumanbar hat girtin
S.A.G.ya ku piştî êrişê reviyabû di demeke kurt de ji aliyê polîsan ve hat girtin.
Piştî kar û barên li emniyetê, gumanbar sewqî dadgehê hat kirin û ji aliyê dadgehê ve bi tohmeta “birîndarkirina jiqest” hat girtin û çû girtîgehê.
“Ez şewitandim"
Gozde Yilmaza ku tedawiya wê li nexweşxaneyê berdewam dike diyar kir ku ew êrişkarê nas nake û got:
"Hevalekî min ê bi navê D.Y. heye ku ez ji zaroktiyê ve nas dikim. Kesa ku ev tişt kir, hevala wî ye.
Ez wê kesê nas nakim, ti dijminatiya me nîne. Ez dixwazim cezayê herî giran bistîne."
“Tu nikarî vegerî Kadikoyê”
Gozdeyê anî zimên ku gef li wê tên xwarin û got:
"Dema em li nexweşxaneyê bûn, ji kesê bi navê D.Y. peyamên gefxwarinê tên.
Dibêjin, 'Hevala min ji ber we ket girtîgehê, tu nikarî vegerî Kadikoyê.'
Mala min û cihê min ê kar li wir in lê piştî vê bûyerê ez xwe di ewlehiyê de hîs nakim.
Di laşê min de şewatên bi pileya duyem û sêyem hene, bijîşk dibêjin ku ez wekî berê baş nabim."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse