Mala Abdullah Ocalan a li Amarayê dibe muzexane

Riha (Rûdaw) – Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 4ê Nîsana 1949an li gundê Amara yê navçeya Xelfetiya Rihayê ji dayîk bû.

Ocalanê ku sala 1999an li Kenyayê hate girtin, niha 27 sal in di Zindana Îmraliyê de ye. Bira û biraziyê Ocalan ku serdana wî dikin, behsa jiyana wî ya li zindanê û xebatên wî yên ji bo çareseriyê dikin.

Jiyaneke bi disîplîn û kêmxew

Abdullah Ocalan di hucreyeke 12 metre çargoşe de tê girtin.

Biraziyê wî û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan li ser jiyana rojane ya Abdullah Ocalan agahî dan û diyar kir ku jiyana wî bi temamî bi disîplîn e.

Biraziyê Abdullah Ocalan Omer Ocalan got, "Jiyana wî her tim bi disîplîn e. Ji xwarin û vexwarinê bigire heta razanê her tim plansaziya wî li ber wî ye.

Lê kêm radize. Hemî dema xwe ji bo xwendin, şîrovekirin û analîzkirinê bi kar tîne.

Niha li gel Birêz Ocalan 5 kesên din dimînin.

Ew zêdetirî sal û nîvekê ye ku plansaziya xwe ji bo pêvajoya çareseriya demokratîk vediqetînin û li ser vê mijarê dixebitin û hevdîtinan dikin."

"Meseleya min tenê çareseriya Pirsgirêka Kurdan e"

Birayê Ocalan, Mihemed Ocalan jî bal kişand ser hedefa sereke ya Ocalan û anî ziman ku daxwaza wî ya herî mezin rawestandina xwînê ye.

Birayê Abdullah Ocalan Mihemed Ocalan jî got, "Dibêje 'ez 24 saetan li ser wê yekê dixebitim ka em dê Pirsgirêka Kurdan çawa çareser bikin'.

Wekî din got ti eleqeya wî bi tiştekî din re nîne. Tenê hedefeke wî heye; ew jî çareserkirina vê pirsgirêkê û rawestandina xwînê ye.

Ew her tim li ser wê yekê disekine ka dê çawa li qada demokratîk çareseriyek were dîtin."

Mala Amarayê wekî muzexane

Li ser daxwaza Ocalan, xaniyê zarokatiya wî yê li gundê Amarayê wekî muzexaneyekê tê amadekirin.

Malbat dixwaze orjînaliya vî xaniyî biparêze ku rojekê Cemîl Bayik û Kemal Pîr jî lê mane.

Omer Ocalan li ser vê yekê jî got, "Serok Apo li vir maye. Carinan Birêz Cemîl Bayik û Kemal Pîr jî lê mane.

Gelek mirovên ku pêşengiya tevgerê kirine ev xanî dîtine. Em dixwazin orjînaliya vî xaniyî biparêzin û bi vî şiklî di dîrokê de bimîne."

Mihemed Ocalan jî li ser avakirina muzexaneyê got, "Mala me bi herî bû. Cîrnekî avê hebû, me bi tasekê jê av vedixwar.

Çira hebû, me pif dikirê û di şevreşiyê de radiketin. Em dê vî xaniyî biparêzin çimkî em hemû li vir çêbûne."

Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an bi nameyekê pêvajoyeke nû ya aştiyê dabû destpêkirin.

Her çi qas ji wê rojê ve li ser statû û çarenivîsa wî nîqaş hebin jî, heta niha ti gava berbiçav nehatiye avêtin.