Berbijêrê AK Partiyê yê Amedê: Em Kurdayetiya bê dîn û bê îman naxwazin

04-05-2023
Abdulselam Akinci
Berbijêrê AK Partiyê yê Amedê: Em Kurdayetiya bê dîn û bê îman naxwazin
Berbijêrê AK Partiyê yê Amedê: Em Kurdayetiya bê dîn û bê îman naxwazin
Nîşan Hilbijartin Kurdayetî
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Berbijêrê rêza 2emîn ê Amedê yê AK Partiyê Mehmet Saîd Yaz got, “Heger Kurdayetiyê bidin min û dînê min ji min bistînin, ez wê Kurdayetiyê û Kurdistanê naxwazim. Em wek Kurdên Misilman Kurdayetî û Kurdistanîbûna bê dîn û bê îman naxwazin. Îro HDP û hevpeymanê wê CHP, Kurdayetî û Kurdistanîbûneke sekuler dixwazin.”

Melayê xanenişîn ê Mizgefta Mezin a Amedê Mehmet Saîd Yaz ji bo hilbijartina 14ê Gulanê ji AK Partiyê bû berbijêrê parlamenteriyê yê Amedê.

Mehmet Saîd Yaz ê ku bû mêvanê bernameya nû ya Rûdawê ya bi navê “Berbijêr”, bersiva pirsên Abdulselam Akinci da û behsa hilbijartinan û berbijêriya xwe kir.

“Her maleke Kurdan parlamentoyek e”

Mehmet Saîd Yaz ê ku di hilbijartinên 2018an de jî ji AK Partiyê jî bibû bernamzetê parlamenteriyê, li ser pirsa berbijêriya xwe ya di van hilbijartinan de got, “Di welatê Kurdan de siyaset li qehwexaneyan û li bazarê heye. Heger hûn biçin qehwexaneyekê li wir dewlet tên xirab dibin û dewlet tên çêkirin. Gelê me ji xwe polîtîk e. Ji ber ku Kurd xwedî gelek pirsgirêkên siyasî û civakî ne. Di rastiyê jî her maleke Kurdan parlamentoyek e. Em weke Kurd nikarin ji siyasetê dûr bikevin.”

“Em Kurdayetî û Kurdistanîbûna bê dîn û bê îman naxwazin”

Berbijêrê AK Partiyê Yaz li ser Pirsa Kurd jî anî ziman, “Heger Kurdayetiyê bidin min û dînê min ji min bistînin, ez wê Kurdayetiyê û Kurdistanê naxwazim. Em Kurdên Misilman Kurdayetî û Kurdistanîbûna bê dîn û bê îman naxwazin. Îro HDP û hevpeymanê wê CHP, Kurdayetî û Kurdistanîbûneke sekuler dixwazin. Xwezaya Kurdan bi Îslamê hatiye hûnandin. Kurd dikare dev ji her tiştî berdin lê dev ji dîn û namûsa xwe bernadin.”

Yaz li ser çareseriya Pirsa Kurd jî got, “Em Kurd Misilman in, pirtûk û pêxemberê me heye. Qur'an dibêje, mumîn birayên hev in. Pêxemberê me jî dibêje, heger tiştê ji xwe re dixwazî ji bo birayê xwe yê Misilman re nexwazî tu nikarî bibî mumînekî rast. Bila em Kurd, Tirk, Ereb, Faris û hemû Misilman di nav xwe de hukmê pirtûka xwe bikin hakem. Di navbera me de ti pirsgirêk namînin.”

“Hakemê di navbera HDP û CHPê de Amerîka ye”

Yaz da zanîn ku AK Partî dê di vê hilbijartinê de 3-4 parlamenteran derxe û got, “Berê digotin em dengê xwe didin xwe. Îro Kurd di lîsteyên wan de nînin. Kurd ne ehmeq in. Kes nikare Kurdan têxe şûna ehmeqan. Îro di lîsteya HDPê de çepên Tirk hene. Hemû Tirkên çepgir in. Ne Misilman û ne jî Kurd. CHP û Partiya Çep a Kesk di ramanan de wek pismamên hev in. Her du hev temam dikin. Yê ku Dêrsim şewitand, Kurd sirgûn kirin û îdam kirin, mizgeftên Kurdan kirin axur, cil û bergên Kurdî qedexe kir CHP bû. Çawa Kurd bi dijminên xwe re tifaqê dikin? Hakemê di navbera HDP û CHPê de Amerîka ye. Kurd jî xapandin. Kurd dê wan red bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst