Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku Artêşa Tirkiyeyê tevî agirbestê di meha Nîsanê de ji bejahî û hewayê ve 9 hezar û 970 caran êrişî hêzên wan kirine û di wan êrişan de 4 gerîlayên wan canê xwe ji dest dane.
Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye îro di daxuyaniyekê de bîlonçoya şer a meha Nîsanê eşkere kir.
HPGyê ragihand ku hêzên wan piştî banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê ji 1ê Adarê û pê ve ketine pozîsyona agirbestê û dibêje hêzên wan “ji bo di pratîkê de bersivê bide vê banga dîrokî bi hesasiyeteke mezin nêzî pêvajoyê bûne."
HPG tekez dike ku hemû hêzên wan di çarçoveya biryara agirbestê ya di 1ê Adarê de tevgeriyane û got:
"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê pêwîstiyên vê pêvajoya hesas bi sebir û fedakariyeke mezin bi cih anîn."
Li aliyê din HPGyê ragihand ku Artêşa Tirkiyeyê tevî agirbestê ji bejahî û hewayê ve 9 hezar û 790 caran êrişî hêzên wan kirine û di wan êrişan de 4 gerîlayên wan canê xwe ji dest daye.
HPGyê got, "Artêşa Tirkiyeyê di Nîsanê de 7 caran bi çekên kîmyayî, bombeyên fosforê û teqemeniyên qedexekirî, 76 caran bi balafirên şer, 12 caran bi helîkopterên êrişê, 2 caran jî bi dronên bombebarkirî û 9 hezar û 693 caran bi çekên giran, top û obusan êrişî hêzên me kiriye."
HPGyê diyar kir ku hêzên wan 17 caran midaxeleyî leşkerên Artêşa Tirkiyeyê yên di pozîsyona êrişê de kiriye û got:
"Di encama vê midaxeleyê de dagirkerek hat cezakirin, 5 dagirker birîndar bûn.
Her wiha hêzên me tankek, 2 wesayitên zirxpoş, 2 sîstemên kamera yên mobesse, obusek, 2 drone, jammerek îmha kirin, derb li wesayiteke zirxpoş, konteynirek û çerekê xistin û dest danîn ser dronekê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse