Astengdaran li Amedê 'Meşa Rûmetê' li dar xist

Amed (Rûdaw) - Astengdarên gelek bajaran li Amedê civiyan û "Meşa Rûmetê" li dar xist.

Astengdaran bal kişand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 9 milyon astengdar hene.

Wan daxwaz kir ku plansaziyên bajaran li gorî rastiya wan ji nû ve werin sazkirin.

Beşdaran daxwazên xwe yên wekî zêdekirina meaşan, avakirina rê û dirban û guncavkirina xwaringeh û xwendingehan anîn ziman.

Astengdarên Amedê û bajarên derdorê ji ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê heta Parka Sumerê meşiyan.

Li Amedê 220 hezar astengdar hene

Li Amedê nêzî 2 milyon kes dijîn û tenê li vî bajarî 220 hezar astengdar hene.

Daxwaza sereke ya kesên ku beşdarî meşê bûne hêsankirina jiyanê ye.

Astengdar Serdar Altuner li ser pirsgirêkan got, “Kêmasî hene.

Bajar li gorî me tam nehatiye dîzaynkirin. Divê binesazî li gorî astengdaran were çêkirin.”

Astengdar Atîla Yenîsoy jî bal kişand ser empatiyê û got:

“Ew kesê ku dixwaze xwe bixe dewsa me bila pênc xulekan çavên xwe bigire yan jî pênc xulekan lingê xwe girê bide.

Bila wisa bimeşe, ew ê wê demê me fêm bike. Ti bajarekî me li gorî astengdaran nehatiye dîzaynkirin. Divê hemû ji nû ve werin dîzaynkirin.”

"Meaşê me têra me nake"

Astengdar Mehmûd Koluman diyar kir ku dema ew diçin cem bijîşkan raporê nadin wan û ên ku raporên wan hene jî tên betalkirin.

Beşdarên meşê her wiha daxwaza kar û zêdekirina meaşan kir.

Astengdar Fener Undeş got, “Em kar dixwazin. Meaşê me bila piçekî zêde bikin çimkî qeweta me nagihîje her karî.”

Astengdar Sevdet Aygun jî anî zimên, “Ez 6-7 hezar lîre meaş distînim. Ev têra min nake û em nikarin pê debara xwe bikin.”

Astengdar Mihemed Huseyîn Tekdaş jî xwest ku şaredarî ji bo xebatê derfetên zêdetir bide wan.

Pêdivî bi plansaziyeke nû heye

Meş ji aliyê Federasyona Komeleyên Astengdaran û pêkhateyên wê ve hat lidarxistin.

Li gorî birêvebirên federasyonê, divê plansaziya bajaran li gorî rastiya bi milyonan astengdaran were guhertin.

Serokê Federasyona Komeleyên Astengdaran Evdilmecîd Yilmaz got:

“Em mafê xwe ne tenê ji dewletê, ji rêveberiyên herêmî û saziyan, ji her kesî dixwazin.”

Berpirsê Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê Sînan Ok jî li ser plansaziya şaredariyan wiha axivî:

“Kolan, xwaringeh, avahî, park û hemû rê ne li gorî astengdaran hatine avakirin.

Em dixwazin jiyaneke wisa were avakirin ku astengdar û neastengdar bi hev re xwedî maf bin.

Divê wekhevî û jiyaneke gihîştbar were peydakirin.”

Li gorî birêvebirên saziyên astengdaran, heta ku daxwazên wan bi temamî pêk neyên dê çalakiyên wan bidomin.