Rêveberiya Xweser: Navendên tov ji bo belavkirina genim amade ne

04-09-2025
RÛDAW
Nîşan Rêveberiye Xweser Tovê Genim Mihemed Meimê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Saziya Zêdekirina Tovê Genim a Rêveberiya Xweser Mihemed Meimê ragihand ku hemû navendên zêdekirina tovê ji bo werza nû ya çandiniyê amade ne û dê di demekê nêzîk de dest bi belavkirina tovan a li cotkaran bikin.

Mihemed Meimê diyar kir ku amadekariyên wan temam bûne û got, “Hemû embarên me bi genimê ji bo tovan hatine dagirtin û em li benda wê yekê ne ku rêveberiyên çandiniyê dest bi dayîna erêdan ji cotkaran re bikin da ku em jî dest bi belavkirinê bikin.”

Plana werza nû

Meimê eşkere kir ku saziyê plana xwe ya ji bo sala nû daye destpêkirin da ku di navbera 70 û 80 hezar tonî de genim were dabînkirin û wekî tov ji bo girêbestên çandiniyê were bikaranîn.

Meimê anî ziman, “Ev miqdar têrê dike ku di navbera 8 hezar û 10 hezar tonî de tov ji bo girêbestan li cotkaran bê belavkirin û ji bo her donimekê jî 32 kîlogram tov hatiye diyarkirin.”

Li gorî agahiyên ku Meimê dane, wergirtina daxwazên girêbestan ji cotkaran dê di 15ê Îlonê de dest pê bike û dê 10 rojan bidome.

Wî destnîşan kir ku piştî wergirtina daxwazan, “Sazî dê daxwazan lêkolîn bike û serdanên meydanî li erdên çandiniyê bike da ku piştrast bibe ku ew li gorî mercên Saziya Zêdekirina Tovê guncav in.

Bi taybetî dê bê kontrolkirin ku tovên biyanî û giyayên ziyanbexş tê de nebin ji bo ku em berhemeke genim a bi kalîte misoger bikin.”

"Biha dê adilane be"

Şêwirmendê Saziya Zêdekirina Tovê her wiha da zanîn ku bihayê genim hîn nehatiye diyarkirin lê ew dê ji bo cotkaran guncav be.

Meimê got, “Biha dê ji bo cotkaran baş û adilane be, bi taybetî piştî werza çandiniyê ya dawî ya ku ji ber ziwabûnê li herêmê bandor bûbû.

Dê di navbera cotkarên asayî û yên bi girêbest de ti cudahî tunebe.”

Hate ragihandin ku qada erdên ji bo girêbestan hatiye veqetandin di navbera 250 hezar û 300 hezar donimî de ye û tê payîn ku li seranserê Bakurrojhilatê Sûriyeyê bi nêzîkî 4 hezar û 500 cotkarî re girêbest werin îmzekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst