Partiyên Kurdistanî: Divê êrişên li kampên sivîlan rawestin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Partiyên Bakurê Kurdistanê Partiyên Rojhilatê Kurdistanê Xezal Mewlan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên Kurdistanî û şahsiyetên serbixwe bi daxuyaniyeke hevbeş, êrişên dewleta Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û daxwaza rawestandina van êrişan kir.

"Şermezarkirina nêzîkatiya nexweşxane û mizgeftên Silêmaniyê"

Di daxuyaniyê de amaje bi şehîdketina Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê hat kirin û wiha hat gotin:

“Di van êrişan de Pêşmergeyên wekî Xezal Mewlan, Nada Mîrî, Samîra Elayarî û Şahîn Azerberzîn şehîd ketine.

Mixabin, nexweşxaneyên Silêmaniyê pêşwazî li Xezal Mewlan a birîndar nekir û hin mizgeftan jî destûr neda ku termê wê were şûştin.”

Partiyên Kurdistanî ev helwesta nexweşxane û mizgeftên Silêmaniyê wekî “sûcek li dijî mirovahiyê, çand û baweriya Kurda” bi nav kir û bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku derbarê berpirsên van saziyan de lêpirsîna yasayî bide destpêkirin.

"Divê civaka navneteweyî desttêwerdanê bike"

Di daxuyaniyê de bangî Neteweyên Yekbûyî, hêzên koalîsyonê yên li Îraqê û hikûmeta Bexdayê hat kirin ku li hember êrişên dewleta Îranê xwedî helwest bin.

Partiyên Kurdistanî tekez kir ku ti êriş û qetlîam nikarin pêşiya têkoşîna azadî û serxwebûna miletê Kurd bigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst