Mezlûm Ebdî bi Fermandarê CENTCOMê re civiya

04-09-2025
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî Admiral Brad Cooper Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, bi Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Admiral Brad Cooper re civiya.

Di civînê de pêşhatên dawî yên diyaloga bi Şamê re hatin gotûbêjkirin.

 “Piştgiriya Amerîkayê ya ji bo HSDyê berdewam e”

Li gorî çavkaniyan, Admiral Cooper di civînê de tekezî li ser pêbendiya Amerîkayê ya bi piştgiriya HSDyê û domandina xebatên hevbeş ên li dijî terorê, ewlehiya kampan û parastina girtîgehên DAIŞê kiriye.

“Ebdî: Divê Şam gavên avakirina baweriyê bavêje”

Her wiha hat zanîn ku di hevdîtinê de behsa pêşhatên dawî yên diyaloga Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî hatiye kirin.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî pêbendiya xwe ya bi domandina pêvajoya dan û standinan û cîbicîkirina Peymana 10ê Adarê anî zimên.

Mezlûm Ebdî her wiha behsa pêwîstiya teşwîqkirina Şamê ji bo domandina xebatan û avêtina hin gavên ji bo avakirina baweriyê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst