Li Amedê nerazîbûna xwediyên kamyonetan: ‘Ev kuştina karê me ye’

Amed (Rûdaw) - Xwediyên kamyonet, barkêş û panelvanan li Amedê rijiyan ser kolanan û biryara Birêvebiriya Giştî ya Rêyên Bejayî şermezar kir.

Li gorî biryarê barhilgirên ku tonaja wan bi temamî ji 3 hezar û 500 kîlogramî bihurîbe divê biçin ser qenterê û barê xwe biwezinînin.

Xwediyên kamyonetan dibêje bi vê biryarê ew tenê dikarin 500 kîlogram bar hilgirin û ev yek tê wateya kuştina vî karî û lewre ew neçar in dev ji vî karî berdin û bê kar bimînin.

“Jixwe erebe vala be sê ton û nîv tê”

Xwediyê kamyonetê Firat Zîrek got:

Niha ev erebe vala 3 ton û nîv tê. Ji me re dibêjin dê hemû barê we 3 ton û nîv be.

Jixwe erebe vala sê ton û nîv tê. Eger erebeyek xira bibe, ev erebe nikare wê erebeyê lê bar bike.

Ev erebe nikare 300 kîlo jî bar bike. Her tim dê barê me di qenterê de zêdetir derkeve.

Ji ber wê yekê em dixwazin me neşînin ser qenterê. Pirsgirêkên pir mezin dê derkevin.

Em zebze dikişînin, heywanan dikişînin, eşyayên nava malê dikişînin. Tu çi bibêjî em dikişînin.”

Xwediyê kamyonetê Mihemed jî got, “Niha heqê min 300 kîlo ye. Erebeya min jixwe vala 3 ton û 200 kîlo ye.

Heqê min dimîne 300 kîlo. Ez dê bi 300 kîlo herim kû derê? Ez nikarim tiştekî bar bikim, qaseya min vala dimîne.”

Xwediyê kamyonetê Mihemed Tarcan jî got, “Yanî erebeya min 3 ton û nîv e lê ji min re dibêjin erebeya te divê tevî bar 3 ton û nîv be. Ka ez ê çi bar bikim?

Ez dê 600 kîlo jî bar nekim? Ji ber vê yekê dê erebeya min vala bimîne. Ka em dê çawa bikin? Gereke dewlet ji me re rêyeke çareseriyê bibîne.”

“Hemû li pey nanê xwe ne”

Xwediyê kamyonetê Yunus Narîn jî got, “Di nava me de yên 50 salî, yên 20 salî hene, yên 45 salî hene û yên 70 salî jî hene. Hemû li pey nanê xwe ne.

Ji bo debara xwe hatine vir. Îro dewlet dixwaze vê debarê ji destê me derxe.”

Kamyon û barhilgirên ku li hev kom bûn, li xaçerêya qenterê ya ser riya Xarpêtê civiyan.

Hêzên ewlehiyê hatin cihê xwenîşdananê û ji çalakvanan xwest ku belav bibin.

Lê xwediyên kamyonetan daxwaza wan red kir.

“Ma edalet heye?”

Xwediyê kamyonetê Mezlûm Aydin jî got, “Em ji bo heqê xwe hatine, em ji bo edaletê hatine.

Em her roj baca xwe didin, em îrsaliyê amade dikin. Zarokên me hene, em nan dixwin. Ka em çi bikin? Me 10 milyon pere razandiye di vî karî de. Ma wisa dibe? Ma edalet heye?

Xwediyê kamyonetê Cîhan Duran jî got, “Em dê dewam bikin. Hefteyeke din jî em dê dîsa wiha werin li vir top bibin.”

Xwediyê kamyonetê Şerîf Akdemîr jî got, “Armanca me ew e ku em li pey nanê xwe biçin. Em naxwazin biçin ser qenterê.”

Xwediyê kamyonetê Ahmet Kaya jî got, “Her erebeyek îro deh nifûsan xwedî dike. Ku ev nebe, em nikarin debara xwe bikin. Ka piştî vê saetê em dê herin çi karî bikin?”

Her çi qasî biryar ji aliyê Birêvebiriya Giştî ya Rêyên Bejayî hatiye eşkerekirin jî şofêrên kamyonetan di wê baweriyê de ne ku ev biryar li ser daxwaza Wezareta Veguhestinê hatiye dayîn.