Encûmena Asayişa Kurdistanê: Êrîşên DAIŞê zêde bûne

04-11-2018
RÛDAW
Nîşan Encûmena Asayişa Kurdistanê DAIŞ Mûsil Kerkûk Êrîş Teror
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê îro amarên êrişên çekdarî yên DAIŞê yên di heyama mehekê de belav kir û ragihand, DAIŞê bi kêmanî pênc êrîş bi rêya otomobîlên bombekirî û herwiha 40 êrîşên din bi rêya bombên bicihkirî li erdê, encam daye û xelkê sivîl kiriye armanc.

 

Di çend twîtan de, îro Yekşembî 4ê Mijdara 2018ê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê amarên êrîşn rêxistina DAIŞê di meha 10 (Cotmeh) a bihorî de aşkere kir û ragihand: Bûyerên ewlehiyê vê yekê nîşan didin, ku êrîşên terorîstî bi rêya otomobîlên bombekirî li Kerkûk û Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve hatine destpêkirin.

 

 Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kiriye, ku ji bilî bûyerên teqandina otombîlên bombekirî û êrîşên çekdarî, revandin û terorkirina muxtarên gundên navçeyê û teqandina santralên elektirîkê bêyî ku kêm bin, berdewam in.

 

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha ew yek jî ragihandiye, ku di meha bihorî de herî kêm pênc êrîş bi rêya otomobîlên bombekirî hatine encamdan û bi rêya wan teqînan hêzên ewlekariyê û xelkê sivîl bûne armanc, hevdem du êrîşên din jî hatine betalkirin.

 

Roja (13-10-2018) li Taxa Mehmûdiye ya Kerkûkê di êrîşekê de 6 kes birîndar bûbûn, herwiha di êrîşeke din de di 23ê heman mehê de, li Geyare 10 kesan canê xwe ji dest dabûn û 30 kesên din jî birîndar bûbûn.

 

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha li ser hesaba xwe ya twîterê daye zanîn, ku di roja (02-10-2018) de DAIŞê çend êrîş bo ser gundê Rabza yê ser bi Hewîceyê pêk aniye û muxtarê wî gundî kuştine, di 10ê heman mehê de jî çekdarên DAIŞê muxtarê gundê Camsiye di mala wî de teror kirine, herwiha di 20ê Cotmehê de jî muxtarê gundê Kerîm Dawûd di mala wî de kuştine.

 

Herwiha di roja 17ê meha bihorî de DAIŞê tawereke elektirîkê li nêzîkî gundê Xezeyfiyeyê teqandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst