Berpirseke DAIŞê li Mûsilê hat desteserkirin

01-11-2023
RÛDAW
Nîşan DAIŞ Xensa Mûsil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Ewlehiyê yên Îraqê ragihand ku berpirseke jin a DAIŞê ku wekî “Xensa” tê naskirin li Mûsilê hat girtin.

Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî ya Wezareta Berevaniya Îraqê ragihand ku li Musilê berpirseke jin a DAIŞê ya bi navê “Xensa” hatiye girtin.

Li gorî agahiyên îstixbareta leşkerî, Xensa ji aliyê hêza 75 a Artêşa Îraqê ve hatiye girtin û ji bo Xensayê cezayê heta hetayî û îdamê tê xwestin.

Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî ya Îraqê got:

“Kurê Xensa yê mezin endamekî El-Qaîdê bû û di sala 2005an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat kuştin. Di heman salê de kurê wê yê din xwe teqandibû.

Kurê wê yê biçûk jî çekdarê DAIŞê bû. Ew jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin û niha di girtîgehê de ye.

Têkiliya Xensa ya bi DAIŞê re xurt e û bi pêşengên wê re hevdîtin kirine. Xensaya ku berpirsyara jinên rêxistinê bû, beriya rizgarkirina Mûsilê ji rêxistinê reviyabû.

Xensa ji aliyê artêşê ve li navçeya Şûrî, li başûrê Mûsilê, hat girtin.”

Di sala 2014an de Mûsil ji aliyê DAIŞê ve hatibû dagirkirin û di sala 2017an de jî ji aliyê hêzên ewlehiya Îraqê ve hatibû kontrolkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst