Li Erziromê du grûp pev çûn: 3 kes birîndar bûn

04-11-2023
RÛDAW
Nîşan Pevçûn Erzirom
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê du grûp pev çûn di encam de 3 kes birîndar bûn.

Li Taxa Yunus Emreyê ya Erziromê derengê şeva borî ji ber pirsgirêka deynan du grûpan bi kêr û daran li hev da.

Di pevçûnê de 3 kes birîndar bûn û zerar gihişt otomobîlekê.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê û Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturkê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst