PSK: Li dijî qeyûman destên xwe bidin hev

04-11-2024
RÛDAW
Nîşan PSK Qeyûm Mêrdîn Êlih Xelfetî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) bangî Kurdan kir ku li hemberî tayînkirina qeyûma derkevin û got, “Ji bo xwedîlêderketina vîn û daxwaza gelê Kurd li diji qeyyuman destên xwe bidin hev.”

PSKyê li ser tayînkirina qeyûman daxuyaniyek belav kir.

PSKyê amaje bi wê yekê kir ku biryara tayînkirina qeyûman binpêkirina îradeya xelkê ye û got:

"Piştî Şaredariya Colemêrgê û Esenyurtê li ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê jî qeyûm hatin danîn.

Hinceta danîna qeyûman ve çarê jî weki endambûna di rêxistina terorist’ de nîşan dane.

Danîna qeyûman nîşana rejîma take kesî ye û binpêkirina vîn daxwaza gel e.”

“Siyaseta qeyûm dê berdewam bike”

PSKyê teqez kir ku Tifaqa Cumhurê dixwaze bi tayînkirina qeyûman temenê xwe dibêje bike û got:

“Tifaqa Cumhur ji bo temenê xwe dirêj bike maf û azadiyan bin pê dike.

Siyaseta qeyûm dê berdewam bike. Ji ber ku ev siyaset beşek e ji siyaseta tundutijiya dewleta Tirk ku dixwaze bi tundutijiyê pirsgirêka Kurdan çareser bike.

Heya ku Kurd negihêjin mafên xwe yên bingehîn zilm û zordarî û danîna qeyûm dê berdewam bike.

Danîna qeyûman her wiha armanca Tifaqa Cumhur a ji pêvajoya dawiyê nîşan dide ku bi axaftina Bahçelî dest pê kiriye.”

PSKyê herî dawî bangî Kurdan jî kir û got:

“Em bangî hemu hêzên azadîxwaz, demokrat û hestyar dikin ku li dijî siyaseta qeyûman derkevin.

Her wiha em bangî hêzên welatparêz ên Kurd dikin ku ji bo xwedîlêderketina vîn û daxwaza gelê Kurd li diji qeyyuman destên xwe bidin hev.”

Çi bûbû?

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Li gorî daxuyaniyê, Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun li şûna Ahmet Turk hatiye tayînkirin.

Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk ji kar hatiye dûrxistin û Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp bûye qeyûm.

Her wiha Hevserokê Şaredariya Xelfetiyê Mehmet Karayilan ji kar hatiye dûrxistin û Qaymeqamê Xelfetiyê Hakan Başoglu bûye qeyûm.

Lijneya Navendî ya DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî da û got:

“Em li hêviya destê aştiyê bûn lê wan dest danî ser îradeya gel.

Em li hêviyê bûn ku pirsgirêk bi diyalog û muzakereyê bên çareserkirin lê li ber ber hêviyên çareseriyê xefk hatiye danîn.

Em ti carî serê xwe natewînin, em ti carî dev ji têkoşînê bernadin.

Eger desthilat difikire ku dê bi vê rêbaza îflaskirî bi ser bikeve dê gelekî şaş bibe.

Gelê me dê di bin hemû şert û mercan de li îradeya xwe xwedî derkeve.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

YPJyê li ser jinên dîl daxuyanî da / Wêne: Rûdaw Grafîk

YPJyê li ser jinên dîl daxuyanî da

YPJyê diyar kir ku ji kiryarên çekdarên êrişkar ên li dijî jinên esîr ên birîndar Tirkiye berpirsyar e