Barîna berfa zêde bi dilê navendên kaşûnê ye

05-02-2017
Kemal Avcı
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Elmadag Enqere Kaşûn
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Îsal barîna berfa zêdê ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî bêhtir bi dilê navendên kaşûnê bû.

 

Navenda kaşê ya Elmadaga Enqerê jî seredêrên bajarên derdorê Enqerê diezimîne. Lê belê ji ber kêmbûna qadên kaşê û kêmaniya danasîn û reklamê ev navend ji eleqeya ku divê bibîne bêpar dimîne.

 

Weke gelek deverên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îsal li Enqerê jî berfeke gelekî zêde bariya.

 

Bi saya zêdebarîna berfê navendên geştiyariya zivistanê jî para xwe wergirtin. Navenda kaşê ya Elmadaga Enqerê jî yek ji van navendan e.

 

Karsazên van navendan jî ji safînekirina hikûmetê ya kêmaniyên binesazî û kêmdanasînê bi gilî ne.

 

Karsaz Omer Yaman ji Rûdawê re wiha got: “Gelek mirov vê derê nizanin. Em jî ji bo kesên ku tên hewl didin ku xizmetin baş bidin. Lê kêmasiyên me gelek in. Qadên kaşê ne baş in. Rayedar jî eleqeya pêwîst nîşan nadin.”

 

Karsaz Hasan Kirbak jî got: “Em hespan kirê dikin. Siwariyê didin kirin, dersên siwariyê didin. Bi riya hespan em xizmetê didin.”

 

Ji bo navenda kaşê ya Elmadagê herî bêhtir ji derûdorên Enqerê seredêr tên. Ji ber ku somestira dibistanane piraniya seredêran xwendekar in.

 

Seredêrekê jî ragihand: “Duyem car e ku ez têm. Berê qet min kaş nekiribû. Ez pir şad bûm gava ku min dikir.”

 

Seredêrekî din jî ê Elmadagê anî ziman: “Ev der pir xweş e. Ez pêşniyarî her kesî dikim. Lê dema xwekaşkirinê de divê hay ji xwe hebin. Xwedê star ke, dibe ku hûn xwe seqet bihêlin.”

 

Seredêreke din jî got: “Ciyekî pir bedew e. Lê ji ber ku rakêş zêde ne li gorî min ji bo zarokan xeternak e.”

 

Li gorî serkariya meteoroljiya Tirkiyê di 33 salên dawiyê de berfa herî zêde îsal bariyaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst