Erdogan li ser Stenbol û Enqerê peyama hilbijartinên xwecihî da

07-07-2023
Ferdî Sak
Nîşan Tirkiye Erdogan Stenbol Enqere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê hilbijartinên xwecihî yên sala 2024an de got: “Di serî de Stenbol û Enqere em dê  siyaseta xizmet û berheman bînin wan bajarên ku ew 4 sal in xizmet bo wan nehatiye kirin.”

Recep Tayyip Erdogan duh 6ê Hezîrana 2023an di civîna berfireh a serokên bajaran ên partiya xwe de derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Erdogan amaje bi hilbijartinên xwecihî yên Adara 2024an kir û got: “Di serî de Stenbol û Enqere em dê  siyaseta xizmet û berheman bînin wan bajarên ku ew 4 sal in xizmet bo wan nehatiye kirin.”

Serokkomarê Tirkiyê behsa nakokiyên di nav Partiya Gel a Komarî  (CHP) de jî kir û got: “Bajarên me yên ku li benda wê yekê ne ji zîhniyeta CHPê rizgar bibin rojan dihejmêrin. Di demekê de ku welatî li benda xizmetê ne ew hemû dem û enerjiya xwe bo nakokiyên navxweyî yên partiyê xerc dikin. Em li rewşa xirab, berbelav û bi şer a opozîsyonê nanêrin û em hilbijartinên bên jî di nav de, ti hilbijartinan wek garantîkirî nabînin. ”

Recep Tayyip Erdogan derbarê rêjeya enfilasyonê û zêdekirina karmendên hikumetê de jî axivî û got: “Weke ku me li meydanan soz daye, em mûçeyê herî kêm ê karmendên hikumî bo 22 hezar û 17 lîreyam zêde dikin. Em bi awayek navendî mûçeyê karmendekî hikumî bo 25 hezar û 15 lîreyan zêde dikin.”

Erdogan derbarê plan û rojeva partiya xwe de wiha axivî: “Niha em dê tenê li karê xwe binêrin û eger xwedê bike nesîb bi wê serkeftina ku em dê di hilbijartinên 31 Adarê de bidestbixin, em dê welatê xwe hem bi rêveberiya navendî û hem jî bi rêveberiya xwecihî birêvebibin. Li şûna borandina dem bi nîqaşên bê sûd re, em hemû enerjiya xwe bo pêşvebirina projeyan xerc dikin. Sedema serkeftina me ya di siyasetê de jî ev e. Yên din çi dikin bila bikin, me rojeva xwe çêkiriye. Li şûna ku em ji lawaziya hevrikên xwe hêviyan bikin, em li gor plana xwe meşiyan. Ti tiştek nikare rê li ber me bigire ku em xizmeta bajarên xwe bikin û berhem û veberanînê li welatê xwe bikin. Bi taybet ez dixwazim şaredarên me yên ku piştî 8 mehên din diçin ber pîvera gel di vî warî de hestiyar bin û her hewildanekê bikin. Divê em vê dema xwe ya kêm bi awayek herî bi sûd û baş bikarbînin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst