Berdevkê PDKê: Em dixwazin cîgerê serokê parlamentoyê ji bo pêkhateyan be

05-02-2019
RÛDAW
PDK û YNKê ji bo dabeşkirina postên hikûmetê û rewşa Kerkûkê û çend mijarên din civiyan
PDK û YNKê ji bo dabeşkirina postên hikûmetê û rewşa Kerkûkê û çend mijarên din civiyan
Nîşan PDK YNK Hikûmet Kurdistan Pêkhate Tirkmek Parlamento
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand, ew dixwazin cîgirê serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê kesekî ji pêkhateyên Kurdistanê be.

 

Şandên danûstandkar ên PDKê û Yekîtiya Noştîmanî ya Kurdistanê (YNK)  îro Sêşemê (05.02.2019) li Hewlêrê ji bo dabeşkirina postên hikûmetê û rewşa Kerkûkê û çend mijarên din civiyan.


Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed piştî civînê ragihand ku YNK û PDK xwediyê du projeyên cudan lê ew dê projeyên xwe têkil bike û dê rêkeftinek nû pêk bînin.


Mehmûd Mihemed da zanîn ku di civînê de li ser sê xalan rêkeftin hat kirin ew jî ev in; civîna parlementoyê, civîna encumena Kerkûkê û amadekirina rêkeftina nû.


Mihemed da zanîn ku hefteya bê dê têksta rêkeftinê amade de û ew rêkeftin dema ji aliyê herdu partiyan ve hat pesendkirin dê ji raya giştî re bê ragihandin.


Berdevkê PDKê eşkere kir ku wan li hev kiriye ku Parlamentoya Herêma Kurdistanê 18ê Sibara îsal kom bibe û wiha got: “Di rûniştina yekem de serokê parlametoyê dê were hilbijartin. Tirkmen û Krîstiyan pêkhateyên pêkhateyên welatê me ne, lewma dibêjin divê cîgere serokê parlamentoyê ji wan were hilbijartin.”


Derbarê mijara Kerkûkê de jî Mehmûd Mihemed ragihand ku wan di civînê de li ser asayîkirina rewşê danûstandin kirine û got ku parêzgarên berê yên Kerkûkê li gor rêkeftina di navbera YNK û PDKê de hatine destnîşankirin û dê vê care jî li gor rêkeftina di navbera herdu aliyan de bê diyarkirin.


Civîna herdu aliyan Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî serpireştiya civînê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst