Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Amerîkayê di rapora xwe ya salane ya derbarê mafê mirovan û azadiya rojnamevanî de rexne li Herêma Kurdistanê girt. Berpirsê Bersivdana Raporên Navdewletî yê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî jî diyar kir, ku dê di rojên pêş de derbarê vê raporê de ronkirinekê biweşînin.
Roja Şemiyê (04-03-2017) Wezareta Derva ya Amerîkayê rapora xwe ya salane ya sala 2016ê ya derbarê mafên mirovan û azadiya rojnamevanî ya di cîhanê de belav kir.
Di raporê de navê hinek hêzên çekdar ên cuda yên hikûmeta Iraqê û yên pêşmerge derbas dibe û tê gotin; “Van hêzan di dema pêkanîna operasyonan de mafên mirovan binpê kirine.”
Herwiha tê gotin li Iraqê êşkence, kuştin, revandin û tepeserkirina xelkê sivîl berdewam e.
Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê maf û azadiyên kêmnetew û ayînan de dibêje, rêjeya tundûtîjiya li dijî van pêkhateyan berawirdê Iraqê, li Herêma Kurdistanê kêmtir e.
Herwiha di raporê de amaje bi çend rûdanên li dijî rojnamevanan ên li Herêma Kurdistanê hatiye kirin û tê gotin, dezgehên ragihandinê yên nêzîkî Partiya Demokrata Kuridstanê (PDK) û Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) ne, dikarin li Hewlêr û Silêmaniyê baştir û hêsantir dikarin xwe bigihînin zanyariyan.
Rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje; “Di hinek zîndanên Herêma Kurdistanê de êşkence û binpêkirina mafên mirovan hebûye.”
Derbarê rewşa nav zîndanan de jî rapor eşkere dike, ku bi awayekî giştî hikûmeta Herêma Kuridstanê destûr dide ku rêxistinên navdewletî serdana zîndanan bikin lê hinek caran jî serdanên wan tên paşxistin û bi taybetî jî destûr nayê dayîn hevdîtina ligel girtiyên sûcê terorê bê kirin.
Rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê pişta xwe bi hinek raporên Komîsyona Mafê Mirovan a Parlamentoya Kurdistanê ve girê dide radigihîne; “Li gorî zanyariyên komîsyonê hinek caran asayîşê bêyî dadgeh hinek kes 6 meh di zîndanê de girtine.”
Ji bilî vê yekê rapor hêzên ser bi PKKê yên li Şingalê jî tometbar dike û dibêje, “zarokan çekdar dikin” û tê gotin 22 kesên di bin jiyê 15 û 17 salî de kirine çekdar. Herwiha tê gotin DAIŞ, Heşda Şeibî û grûbên erebên sunne jî zarokan dikin çekdar.
Derbarê koçberên li Herêma Kurdistanê de jî tê gotin, ku koçber pir bi başî tevlî nav jiyana civaka Herêma Kurdistanê bûne. Herwiha tê gotin ji sedî 60ê koçberên Sûriyê li kampên Herêma Kuridstanê dimînin û di nav bajaran de dijîn, kar dikin.
Berpirsê Bersivdana Raporên Navdewletî yê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî bersiv da çend xalekê nav raporê û destnîşan kir, ku dê rojên pêş me de ronkirineke têrûtesel derbarê vê yekê de eşkere bikin.
Zêbarî diyar kir, ku vê raporê zêdetir pişta xwe bi raporên Komîsyona Mafê Mirovan a Parlamentoya Kurdistanê ya bi serokatiya Soran Omer ve girêdaye.
Dîndar Zêbarî got, ku hinek çavkaniyên nav raporê ne zelal û eşkere ne. herwiha di raporê de behsa hinek dosyeyan hatiye kirin, ku beriya niha bersiva wan hatiye dayîn û pirsgirêk hatine çareserkirin lê raporê behsa vê yekê nekiriye.
Berpirsê Bersivdana Raporên Navdewletî yê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî herwiha diyar kir, ku di raporê de behsa astengî û arîşeyên li pêşiya Herêma Kurdistanê nehatiye kirin.
Dîndar Zêbarî daxuyand, ku di raporê de behsa karên serkeftî yê Herêma Kurdistanê jî nehatiye kirin û got; “Weke mînak Ii Kerkûkê 600 hezar koçber hatine hewandin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse