Sezgîn Tanrikulu: Meha hezîranê li 357 kesan şkence hat kirin

20-08-2023
RÛDAW
Nîşan Binpêkirina Mafan Rapor Sezgîn Tanrikulu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sezgin Tanrikulu, îro rapora binpêkirina mafan a Hezîrana 2023yan eşkere kir.

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgin Tanrikulu ragihand, Hezîrana 2023yan 399 kesên ku beşdarî çalakî û xwepêşandanan bûne hatine desteserkirin.

"Di meha hezîranê de li 357 kesan şkence hat kirin"

Tanrikulu li ser şkence û binpêkirinan wiha got:

“Di meha hezîranê de li 357 kesan şkence hat kirin. Li girtîgehan 32 bûyerên şkenceyê rû da. 5 ji wan 357 kesên ku rûbirûyî şkenceyê bûn zarok in.

399 kesên ku beşdarî çalakî û xwepêşandanan bûn hatin desteserkirin û ji wan 12 hatin girtin.

15 çalakî hatin qedexekirin. Hêzên ewlehiyê midaxeleyî 23 çalakî û xwepêşandanan kir.”

Tanrikulu da zanîn ku hezîranê derbarê 6 rojnamegeran de lêpirsîn hat vekirin, rojnamegerek hat girtin.

Herwiha 4 rojnameger hatin desteserkirin û dadgehê ceza li 4 rojnamegeran birî.

Bi gotina Tanrikulu herwiha 4 rojnameger rûbirûyî êrîşê bûn 521 nûçe hatin astengkirin.

Tanrikulu bal kişande ser çalakiya Dayikên Şemiyê û got:

“Tevî biryara Dadgeha Destûrê rê nadin Dayikên Şemiyê li Meydana Galatasarayê kom bibin û her hefte wan desteser dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst