Erdogan li Wanê: Em dê petrola Şirnexê bixine xizmeta welatiyan

05-05-2023
RÛDAW
Nîşan Erdogan Hilbijartin Wan Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur bo wê postê  Recep Tayîp Erogan di mîtînga xwe ya li parêzgeha Wanê ragihand, dê petrola ku li Şirnex a Bakurê Kurdistanê hatiye dîtin bixine xizmeta welatiyan.

Serokkomarê Tirkiyê û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur bo wê postê  Recep Tayîp Erogan îro roja Înê 5ê Gulana 2023an li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê mîtîngek saz kir û derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Serokkomarê Tirkiyê di mîtînga xwe ya Wanê de behsa petrola çiyayên Cudî û Gabarê yên Şirnexê kir û got, “Ji niha û şûnde Gabar bi terorê nayê bibîranîn. Dê ji niha û şûnde bi dewlemendiya xwe ya petrolê bê bibîranîn.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, dê petrola ku li Şirnex a Bakurê Kurdistanê hatiye dîtin bixine xizmeta welatiyan û eger di hilbijartinên vê mehê de bi ser bikeve, ew ti carî rê nadin PKK û komeke din ji bo gel pirsgirêkan derxîne.

Erdogan ragihand ku wan di 21 salên hikumeta xwe de 96 milyar dolar veberanîn li Wanê kirine û got, “Em dê vê veberanînê qat bi qat zêde bikin û li ser berdewam bin.”

Recep Tayîp Erdogan amaje bi mîtînga Berbijêrê Hevpeymaniya Millet û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ya li Wanê da û  piştevaniya HDPê ya bo Kiliçdaroglu da û got, “Ma CHPê dikarî bê vê derê û mîtîngê bike. Dema ji bo ku kesek CHPyî bînin ser desthilatê hatin hemberî we hûn amade ne ji wan hesabê vê yekê bipirsin? Mane me ew  zemîna  demokrasiyê ava kir ku xwîşk û birayên me yên Kurd heq, maf û azadiyên xwe bikarbînin? Di ola me de cudakariya Kurd û Tirk nîne.”

Serokkomarê Tirkiyê ragihand ku wan piştî erdhejê 2011an a li Wanê ew parêzgeh ji nû ve avakirine û got, “Baybay Kemal çi soz da we? Divê em ji van CHPyiyan bipirsin we çi bo Wanê kiriye? Ka ji HDPyî û CHPyiyan bipirsin wan çi ligel xwe aniye Wanê? Lê em bi projeyên di berîka xwe de hatin. Niha 50 hezar xwişk û birayên min ên Wanî li qadê ne. Xuyaye ku 9 rojên din birayên min ên Wanî dê sindoqan biteqînin û ji hinekan re bibin kabûs.”

Erdogan got, “Xwişk û birayên min ên rêzdar em bi Kurd û Tirk ji ber yê ku afirandiye ji kesê ku hatiye afirandin hez kiriye. Di ola me de cudahiya Tirk, Kurd û Ereb nîne. Em tenê bo Xwedê hez dikin. Em bi heman helwestê ji birayên xwe yên Kurd hez dikin.”

Li gor Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyê yedeka petrola ku li Şirnexê hatiye dîtin 150 milyon bermîl in. Bihayê wê jî 12 milyar dolarên Amerîkî ye. Di roja dawî ya sala 2022an de 7 hezar û 714 varîl petrol li bîrên Şirnexê hatine berhemanîn. Bi vê jî Şirnex bûye yekem parêzgeh di berhemanîna petrolê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst