Li asmanê Hewlêrê dronek hat xistin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Êrişa Dronan Çoman Enkawa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Êvara îro yekşemê, dronek li asmanê Hewlêrê hat xistin û ketiye xwarê.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, dronek li nêzîkî Girdcotiyar li nêzîkî Enkawa ketiye xwarê û ti ziyan çênebûye.

Ev bûyer di demekê de ye ku nîvroya îro, Qaymeqamê Çomanê Ehmed Barzanî ji Rûdawê re ragihandibû ku du dron ketine xwarê.

Yek li nêzîkî avahiya Çavdêriya Civakî û ya din jî li nêzîkî apartmanên gundê Werde.

Qaymeqamê Çomanê da zanîn ku dronan ziyaneke canî negihandiye lê ziyaneke madî ber avahiya Çavdêriya Civakî ketiye.

Di 28ê Sibatê de, Amerîka û Îsraîlê êrişî Îranê kirin û Îranê jî bi armanckirina baregeh û berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê bersiv da.

Ji wê rojê ve, Balafirgeha Hewlêrê, Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê û çend navçeyên din ên li ser sînorê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê bi dron û mûşekan hatine armanckirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst