Wezareta Rewşenbîrî li ser rêzefîlma ATVê: Em ê bersivê bidin

05-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Salar Osman îro Yekşemê li ser rêzefîlma "Yalniz Kurt (Gurê Bitenê)" kanala ATVê ya ku heqaret li Herêma Kurdistanê û Kurdan kiribû ji Rûdawê re axivî û got, “Tiştekî xerab e, em ê mijarê lêkolîn bikin û bersivê bidin.”

Cîgirê Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Salar Osman roja Yekşemê 5ê Gulana 2022an li ser rêzefîlma "Yalniz Kurt (Gurê Bitenê)" ji Rûdawê re axivî.

Her wiha endamê Tirkmen yê Komîteya Rewşenbîrî, Civaka Sivîl, Werziş û Ciwanan a Parlamentoya Kurdistanê Azad Ekrem îro Yekşemê ji Rûdawê re got, “Dadgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dezgehên yasayî ne û fîlm bandorê li pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê nake.”

Heta niha RTUKê ti bersivek nedaye li ser rêzefîlmê lê ev rêzefîlm bûye sedema nerazîbûna hejmarek rojnamevanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

Rêzefîlma "Gurê Bitenê" ji aliyê kompanyaya medyayî Turkuvaz ku nêzîkî Hikûmeta Tirkiyeyê ye ve tê çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê erdhejek çêbû / Wêne: Arşîv

Li Çewlîgê erd hejiya

Li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,2 pileyan erdhejek çêbû