Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şahînbeyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, 4 kes bi tohmeta destdirêjiya seksî ya li jineke ker û lal hatin girtin.
Ev bûyer îro li taxa Cengîz Topelê ya navçeya Şahînbeyê rû da.
Jineke 23 salî ya ker û lal ji bo kirîna pêdiviyan ji malê derket û çû dikanê.
Piştî ku demeke dirêj di ser re derbas bû û ew venegeriya, malbata wê polîs agahdar kirin.
Ew bi zorê xistiye otomobîlekê
Tîmên polîsan ji bo dîtina wê dest bi xebatê kir.
Piştî lêgerîneke çend demjimêran, tîmên polîsan jinek li taxa Vatanê dît.
Li gorî agahiyên destpêkê, jinekê bi rêya îşaretan ji malbat û polîsan re ragihandiye ku çend kesên nenas ew bi zorê xistiye nava otomobîlekê, biriye û destdirêjî lê kiriye.
4 gumanbar hatin girtin
Hêzên polîsan ên Dîlokê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kir.
Di encama xebatan de, polîsan di operasyonekê de 4 ciwan bi tohmeta destdirêjiyê desteser kirin.
Hat ragihandin ku temenê wan gumanbaran 17, 25, 27 û 28 sal in.
Li aliyê din, kesûkarên qurbaniyê li pêşiya navenda polîsan kom bûn û bertek nîşan da.


