Li Qamişloyê asayîşê rêbendeke hikûmeta Sûriyê dorpêç kir

05-06-2023
RÛDAW
Hêzên Asayîşê li Qamişloyê rêbendeke hikûmeta Sûriyê dorpêç kir
Hêzên Asayîşê li Qamişloyê rêbendeke hikûmeta Sûriyê dorpêç kir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Antî Terorê yên ser bi Rêveberiya Xweser ve rêbenedeke hêzên hikûmeta Sûriyê li ser Rêya Navdewletî ku diçe Balafirxaneya Qamişlo dorpêç kirin.

Ji ku ber hêzên hikûmeta Sûriyê herdû taxên Kurdnişîn Şêx Meqsûd û Eşrefiye û kampên koçberên Efrînî li navçeya Şehbayê li bakurê Helebê dorpêç kirine, weke bersiv îro Duşemê 5ê Hezîranê Hêzên Antî Terorê ya ser bi Asayîşa Rêveberiya Xweser ve rêbenedeke hêzên hikûmetê li ser rêya diçe Firokexaneya Qamişlo dorpêç kirin.

1ê Hezîranê jî, Asayîşa Rêveberiya Xweser çend xalên kontrolê yên hêzên hikûmetê li derdora balafirxaneya Qamişlo dorpêç kiribûn.

Ev çend roj in ji bo vekirina rakirina gotûbêj di navbera herdû aliyan de berdewam dikin, lê heta niha ti encamek ji civînan derneketiye.

Tê pêşbînîkirin Asayîşa Rêveberiya Xweser çargoşeya ewlekariyê ya hikûmetê li nav Qamişloyê dorpêç bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst