Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo ku tecrubeya herî baş a dîjîtal pêşkêşî bikarhênerên xwe bike guhertoya nû ya malpera xwe ya fermî ragihand.
Ev gav ne tenê guhertineke reng û fontan e, di heman demê de ji aliyê teknîkî û leziya gihîştina agahaiyan ve veguherîneke mezin e jî.
Îro merasîmeke taybet ji bo danasîna malpera nû ya Rûdawê li Hewlêrê hat lidarxistin.
Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Yann Braem, Konsulê Giştî yê Çînê yê Hewlêrê Liu Jun, Alîkara Konsulê Giştî yê Brîtanyayê ya Herêma Kurdistanê Fiona Batters û Konsulê Giştî yê Filistînê yê Herêma Kurdistanê Tariq Îde beşdarî merasîmê bûn.
Konsulê Giştî yê Fransayê li ser malpera nû ya Rûdawê axivî û got:
"Ez pîrozbahiyê li we dikim. Ez piştrast im ku ev guhertin dê derfeteke zêdetir bidin ji bo agahdarbûna ji rewşa Kurdistan û Îraqê.
Em li konsulxaneyê rûpelên Îngilîzî, Kurdî û Erebî yên Rûdawê dişopînin.
Heta li Parîsê jî em li Rûdawê dinêrin û nûçeyên we cihê baweriyê ne."
Fiona Battersê ragihand ku ew ji bo bidestxistina agahiyan li malpera Rûdawê dinêre û anî ziman:
"Ez her roj dema ku qehweya xwe vedixwim lê dinêrim.
Alîkariya min dike ku ez fêm bikim bê li Îraq û Herêma Kurdistanê û herêmê çi diqewime.
Ez aborînas im, ji ber vê yekê ez zêdetir girîngiyê didim mijarên aboriyê."
Konsulê Giştî yê Filistînê jî destnîşan kir:
"Ji dema ku ez hatime vir ve ez Rûdawê dişopînim.
Malpera we gelekî balkêş e, bi taybetî mijarên siyasî, çandî û gotar.
Wekî dîplomatekî, wêneyekî xweşik ê li ser herêmê dide me."
6 guhertinên teknîkî yên di malpera nû ya Rûdawê de
Tîma teknîkî ya Rûdawê çend taybetmendî bi cih kirine.
Ev taybetmendî wisa dikin ku bikarhêner bi hêsanî û bi lezeke zêde agahiyan bi dest bixin.
Yekem: Nexşeya nûçeyan
Cara yekem e pergaleke zîrek hatiye afirandin ku her nûçeyekê bi cihê wê yê cografî ve girê dide. Ev yek alîkariya xwîneran dike ku bi rêya nexşeyeke çalak, kêlî bi kêlî cihê rûdanan bibînin.
Duyem: Axaftina bi hişê çêkirî re
Ev axaftin ji yên din ên cîhanî cuda ye çimkî tenê pişta xwe bi amar û arşîva Rûdawê ve girê dide. Pergal bi awayekî hatiye bipêşxistin ku agahiyên nerast û sexte berhem neyîne.
Birêvebirê Rûdaw Dîjîtalê Birwa Kiyanî diyar kir, "Eger dema te ya xwendinê tune be, hişê me yê çêkirî bi awayê herî bilez nûçeyê ji bo te kurt dike."
Sêyem: Borsaya Rûdawê
Bi rêya (Real-time Data Pipeline) bihayê dirav û zêr bêyî ku pêwîst bike rûpelê nû bikî li ser ekrana te nû dibin. Ev yek jî zexta li ser server û pakêta te ya înternetê kêm dike.
Çarem: Cîhana werzişê û encamên bilez
Hemû lîgên mezin ên werzişê li cihekî hatine komkirin. Dema golek tê tomarkirin, tenê çend çirkeyan pişt re li ser malpera Rûdawê tê dîtin. Ev jî bi saya wê pergala bilez a veguhastina amaran e ku ji bo beşa werzişê hatiye dabînkirin.
Pêncem: Reels û leziya dîtinê
Bi saya teknîka zîrek reels bi qebareyeke biçûk û kalîteyeke bilind tên barkirin. Ev yek wisa dike ku li ser xetên lawaz ên înternetê jî vîdeoyên we bêyî rawestan kar bikin û înterneteke zêde nexwin.
Şeşem: Beşa tenduristiyê û parastina nepeniyan
Malper çend xizmetguzariyên wekî BMI û birêxistina xewê pêşkêş dike. Xala herî girîng ew e ku amar nayên şandin ji bo serveran û di nav mobîla te de dimînin ku taybetmendiya bikarhêner bi temamî parastî be.
Rekora cîhanî û dengê Kurdistanê
Birêvebirê Rûdaw Dîjîtalê Birwa Kiyanî di merasîma danasîna malpera nû de ragihand ku armanca wan bilindkirina asta medyaya Kurdî ya asteke cîhanî ye û eşkere kir:
"Ji niha û pê ve her kes li her kû dera cîhanê be, dê kêmtirî çirkeyekê ji Rûdawê dûr be. Me binesaziykee dîjîtal ava kiriye ku ji bo paşeroja nifşên me be."
Birwa Kiyanî amaje bi wê yekê kir ku Rûdawê rekora cîhanî şikandiye û li pey çû:
"Di meheke îsal de, berhemên me 4 milyar carî hatine dîtin û navîniya mayînê ya xwîneran a li ser malpera Rûdawê 5 xulek û 16 çirke ye. Ev yek ji ya malperên cîhanî yên wekî New York Times û Reutersê jî zêdetir e."
Berpirsê Beşa Îngilîzî ya Rûdawê Fazil Hewramî jî bal kişand ser erkê navneteweyî yê malperê û destnîşan kir:
"Erkê me ew e ku em pirsgirêkên xelkê Kurdistanê bigihînin navendên biryarê yên li Washington, Bruksel û Moskowê.
Em di jûreke nûçeyan a pirzimanî de dixebitin ku hevsengî û rastiya rûdanan di pêşîniya karên me de ne."
