HAT NÛKIRIN - Li Amedê agir bi avahiyekê ket: Dayîkek û 3 zarokên xwe mirin

05-06-2025
RÛDAW
Nîşan Amed Agir Avahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Peyasê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê agir bi avahiyeke 13 qatî ket.

Di bûyerê de dayîkek û 3 zarokên xwe mirin û 13 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan danê êvara li taxa Firatê ya navçeya Peyasê ya Amedê ji ber sedemeke nediyar agir bi avahiyeke 13 qatî ket.

Ji ber şewatê hinek welatî di avahiyê de asê man.

Li ser agahdarkirinê tîmên Parastina Sivîlan û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman ji bo vemirandina agir û derxistina kesên ku di avahiyê de asê mane dest bi xebatan kir.

Kesên ku di avahiyê de asê mabûn bi vîncê hatin rizgarkirin.

Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu destpêkê ragihand ku 3 kes mirine û 17 kes jî birîndar bûne.

Murat Zorluoglu piştî daxuyaniya xwe ya yekem daxuyaniyeke din da ku zarokekî din miriye û got:

"Mixabin di erefeya Cejna Qurbanê de em li Diyarbekirê rûbirûyî bûyereke gelek biêş hatin.

Vê êvarê demjimêr derdora 18:30ê li navçeya me ya Kayapinarê di encama agirê bi avahiyeke 13 qatî ketiye de ku sedama wê nayê zanîn, mixabin 3 ji wan zarok bi giştî 4 welatiyên me ji ber dûxana agir canê xwe ji dest daye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst