HPG: 2 gerîlayên me di êrişên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest da

05-06-2025
RÛDAW
Nîşan HPG Gerîla Artêşa Tirkiyeyê Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HPGyê ragihand ku 27 û 30ê meha borî 2 gerîlayên wan li herêmên Metîna û  Zapê di encama êrişên Artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest dane.

HPGyê her wiha got ku di encama çalakiyên wan ên bersivdanê de jî 3 leşkerên Artêşa Tirkiyeyê hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniyekê de ragihand ku Artêşa Tirkiyeyê tevî agirbestê li ser êrişên xwe berdewam e û bi dron, obus û çekên giran qadên wan bombebaran dikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Artêşa Tirkiyeyê di navbera 29ê Gulanê û 4ê Hezîranê de 13 caran bi teqemeniyan û 36 caran jî bi kepçe û amûrên sondajê êrîş kiriye.

Her wiha hat destnîşankirin ku di heman dîrokan de gelek dever bi çekên giran û obusan bi awayekî dijwar hatine bombebarankirin.

HPGê diyar kir ku Artêşa Tirkiyeyê bi giranî êrişî tunelên gerîlayên wan ên li herêmên Metîna û Zapê  yên di nav axa Herêma Kurdistanê de dikin û got:

"Di encama van êrişên artêşa dagirker de 27ê Gulana 2025an hevrêyê me Welat, di 30ê Gulana 2025an de jî hevrêyê me Bawer şehîd bûn."

HPGyê diyar kir ku ew dê agahiyên berfireh ên li ser nasnameya her du gerîlayên xwe di demên pêş de belav bikin.

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku hêzên wan li hemberî êrişên Artêşa Tirkyeyê di çarçoveya parastina rewa de bersiva pêwîst daye.

Li aliyê din, HPGyê da zanîn ku di navbera 30 û 31ê Gulanê de di çalakiyên wan ên bersivdanê de her li herêmên Zap û Metînayê 3 leşkerên Artêşa Tirkiyeyê hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst