Serokwezîr Barzanî: Sîstema Kurdistanê ne serokatî ye

05-07-2015
RÛDAW
Barzanî-Salih
Barzanî-Salih
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, sîstema niha li Herêma Kurdistanê ne tenê serokatî ye, lê belê têkel e bi serokatî û parlemanî.

Barzanî bi serokatiya şandeke PDKê îro derdora saet 11:00 gihîşt bajarê Silêmaniyê û bi rayedarên YNKê civiyan. Piştî civînê Barzanî û Cîgirê Duyem ê Sekreterê YNKê, Berhem Salih konferanseke rojnamevaniyê lidar xistin.

Şanda PDKê bi rayedarên YNKê re li ser Destûra Herêma Kurdistanê û kursiyê serokatiya Mesûd Barzanî gotûbêj kir.

Nêçîrvan Barzanî di wê konferansê de ragihand: “Pirsa Destûra Herêma Kurdistanê û heyama Serokatiya Herêma Kurdistanê ne girêdayî kesekî bi tenê ne û divê bi berpirsane têkeliyê ligel rewşê bikin, ew jî tevî ku nêrînên cuda li ser vê mijarê hene.”

Serokwezîr Barzanî wiha got: “Em li ser mijara kursiyê Serokatiya Kurdistanê kir, lê ya herî girîng ew e ku em rûniştin da ku pirsên xwe çareser bikin.”

Derbarê hersê mercên YNKê ku daxwaz dike bibe şirîk di hersê doseyên siyasî, aborî û ewlehiyê li Herêma Kurdistanê de, Barzanî wiha domand: “Em amade ne li ser wan pirsan rûnên û gotûbêjan ligel YNKê bikin.”

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Duyem ê Sekreterê YNKê, Berhem Salih ragihand: “YNKê amade ye li ser pirsên kurdistanî gotûbêjan ligel aliyên siyasî bike. Xelkê vî welatî li hêviya li hêviya xizmeteke baştir in.”

Derbarê sîstema ku niha li Herêma Kurdistanê heye, Serokwezîr Barzanî ragihand: “Nêrîneke şaş e dema tê gotin sîstema Kurdistanê serokatî ye. Sîstema Herêma Kurdistanê perlemanî ye û têkel e e bi serokatî û parlemanî. Niha Serokê Herêmê nikare bi bê parlamentoyê çend biryaran bide, mîna şandina şandina hêzên leşkerî bo derve.”

Herwiha Berhem Salih wiha got: “Me beriya niha jî gotiye, ku em ligel sîstema parlamanî ne bo Herêma Kurdistanê.”

Tê zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve dengê baweriyê wer digire.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku, sala 2009an bi serastkirina qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê, desthilatên serokê Herêma Kurdistanê gellekî kêm bûn.

Barzanî wiha domand: “Em amade ne ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê li ser lêmkirin û zêdekirina desthilatên serokê Herêma Kurdistanê gotûbêjan bikin. Bi mercê ku hevsengî di dabeşkirina desthilatan de hebe.”

Şanda PDKê piştî YNKê niha bi rayedarên Tevgera Gorran re jî li ser heman mijarjan di civînê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst