Navenda Nûçeyan – Li Bajarê Amûdê jinek bi alîkariya hevjînê xwe, ev 10 sal in ku ji bo zivistanê kaxan ji hemû cureyên şînkayî sebzeyan amade dike û her curekî jî beramberî nerxekî cuda difroşe.
Jina bi navê Feyza Hacî Şakir û hevserê wê, şînkayîyê bi şêweyekî tendurist û zuhakirî li ber germahiya rojê amade dikin û hazir difroşin kiryarên xwe.
Li Rojavayê Kurdistanê krîzên aborî û siyasî çi qas tûnd be jî xelk dikare bi karên cur bi cur debara xwe bike. Lê li malekê, jin û zilamek bi heqdestê xwe kax û çîrikan amade dikin. Ew giyayê miloxiya, bamya û sebzeên dolmeyan hişk dikin û difiroşin.
Feyza Hacî Şakir dibêje: “Min rojekê box we kax çêdikirin, dosteka min hate hewşê û got, ji me re jî çêbike, heqdestê te çi be ez dê bidim. Wesa min dest pê kir. Ez hemû tiştekê li gorî nirxên wan çêdikim. Ez gelek baha nadim.”
Mala wan bûye kargeheke biçûk ya kaxan, zilamê malê jî di amadekirina kax û çîrikan de beşdar e û pê debara jiyana xwe dike. Ew nikare karên giran bike, lewma amadekirina van kaxan bûye çavkaniya wî ya darayî.
Cima Kamil jî diyar dike: “Ez diçim bi motorê ji me re tiştên pêwîst dikirin û tînin hişk dikin. Bi firotina wan em debara xwe dikin.”
Jinên bajar jî berê xwe didin kaxên hazir, hin ji wan miloxiyê dikirin, hin jî bamyayan. Ew çi bixwazin li cem kalo tê dîtin.
Kiryar Samya Îbrahîm: “Karê wan pir baş e, zarokên me hene, em nikarin van çêbikin. Lewma ev 6-7 sal in ez têm û ji wan dikirim.”
Tevî ku ev jin kêmendam e, lê bi rêya firotina van berheman dikare dahateke baş ji xwe re peyda bike û bi kerameta xwe bijî, bê ku hewcedarî ti kesan bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse