Sûriye: Amerîkayê bi qasî 115 milyar dolar zerer gihandiye me

11-09-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Sûriye Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ragihand ku Amerîkayê bi qasî 115 milyar dolaran zerer gihandiye aboriya wî welatî.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê nameyek derbarê hebûna hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re şand.

Di nameya xwe de Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê got, “Amerîkayê û grûpên girêdayî wê ji 2011an ve, bi qasî 115 milyar-200 milyon dolarî zerer gihandiye aboriya me.”

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê Amerîkayê bi 27 milyar û 500 milyon dolarî zerer gihandiye sektora petrolê ya wî welatî.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, îdia dike ku Amerîkayê 341 milyon bermîlên petrolê û 59 milyon û 900 hezar metrêsêca gaza xwezayî û 413 hezar ton gaza malan diziye.

"Zerer gihaye navendên petrolê"

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê herwiha got:

“Bihayê petrol û gaza ku Amerîkayê diziye 21 milyar û 400 milyon dolar in. Di encama bomberana balafirên Amerîkayê de 2 milyar û 900 milyon dolar zerer gihaye navendên petrolê.”

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ji Netewên Yekbûyî xwest “sînorekî ji dijminkarî û binpêkirinên yasaya navdewletî yên Amerîkayê” re deyne.

Herwiha Sûriyeyê got ku “Amerîkayê rojhilatê Feratê dagir kiriye” û ew dixwazin dawî li wê “dagirkeriyê” were anîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst