Li Semsûrê agir bi daristanê ket

05-08-2023
RÛDAW
Nîşan Semsûr Daristan Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semûrê ya Bakurê Kurdistanê agir bi daristanekê ket û tîmên vemirandina agir hewl didin agir vemirînin.

Li gor zanyariyan îro li devera Arkuşê ya parêzgeha Semsûrê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanekê ket.

Li ser agahdarkirina welatiyan, tîmên vemirandina agir çûn cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku tîm hewl didin agir vemirînin û xebatên wan berdewam in.

Li gor amarên Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê sala 2022an li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 2 hezar û 43 daristan şewitîne.

Di van şewatan de bi giştî 12 hezar û 384 domin daristan ji nav çûye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst