Kê 9 Pêşmergeyên PSDKyê girtin?

05-08-2025
RÛDAW
Nîşan Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Pêşmerge Helebce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî payebilind ê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê (PSDK) îdia kir ku hêzên ewlehiyê yên Helebceyê 9 Pêşmergeyên partiya wan girtine lê berpirsên Asayîşa bajêr vê îdiayê red dikin.

Çavkaniyekî payebilind ê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê ya bi serokatiya Mihemedê Hacî Mehmûd ji Rûdawê re ragihand ku li Helebceyê 9 Pêşmergeyên wan ji aliyê Asayîşê ve hatine girtin.

Çavkaniyê ku ji Nûçegihanê Rûdawê Sazgar Selahê re axivî, got:

“3yê Tebaxê, li ser rêya Helebce-Seyîd Sadiqê, li nêzîkî xaleke kontrolê ya Sosyalan (PSDK), ji otomobîlekê gule hatin reşandin.

Pêşmergeyên li xala kontrolê li pey otomobîlê ketin û bersiv da, di vê navberê de hinek gule li otomobîla welatiyekî ketin lê ti ziyanên canî çênebûn.

Bûyerê bi vî rengî dest pê kir.”

Li gorî heman çavkaniyî, doh hêzên ewlehiyê li nêzîkî gundê Gulaxaneyê ku baregeha PSDKyê û serokê partiyê lê ne xaleke kontrolê danî û “kesên ku nasnameya Pêşmergeyê Sosyal pê re bûye, desteser kirine”.

Berpirsên PSDKyê îdia dikin ku 9 Pêşmergeyên hatine girtin “li Helebceyê di hucreyên yekkesî de tên ragirtin”.

Birêvebirê Asayîşa Helebceyê Lîwa Burhan Ii ser mijarê ji Rûdawê re îdia red kirin û anî ziman, “Me kes negirtiye û agahiya me ji rewşê nîne.”

Her wiha Berdevkê Polîsê Helebceyê Akam Qutbedîn jî ji Rûdawê re ragihand û got, “Li cem me tomarkirineke bi vî rengî ya bûyerê nîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst