Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Behreynê yê Îraqê Xalid Ehmed El Mensûr re civiya.
Di civînê de pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Behreynê re hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan tekezî li ser xwesteka dualî ya ji bo bipêşxistina pêwendiyan û firehkirina hevkariya hevbeş a di navbera wan de, bi taybetî di warên aborî û bazirganiyê de kirin.
Her wiha li ser wê yekê li hev kir ku sûdê ji ezmûnên hev wergirin.
Balyozê Behreynê di vê çarçoveyê de ligel dubarekirina girîngiya ku welatê wî dide pêwendiyên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, behsa hewlên ji bo vekirina nûneratiya Behreynê li Hewlêrê kir.
Rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û pêşhatên dawî yên li herêmê bi giştî, mijarên din ên civînê bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse