Erkê Myles Caggins bi dawî hat û ji aliyê HSDê ve hat xelatkirin

05-09-2020
RÛDAW
Myles Caggins ji aliyê HSDê ve hat xelatkirin
Myles Caggins ji aliyê HSDê ve hat xelatkirin
Nîşan Myles Caggins Mistefa Balî Rojavayê Kurdistanê Hevpeymaniya Navdewletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Erkê Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Myles Caggins bi dawî hat û ji aliyê HSDê ve hat xelatkirin.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Colonêl Myles Caggins û Berpirsê Ofîsa Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî îro kongreyeke rojnamevanî encam dan.

Colonêl Myles Caggins ku erkê wî li Rojavayê Kurdistanê bi dawî hat di wê kongreya rojnamevanî de xatira xwe xwest.

Ceggins amaje bi wê yekê kir ku lehengê rasteqîn li dijî DAIŞê şer kirinê, şervanên Kurd in û cîhan dê wê yekê ji bîr neke û got: “HSD ji bo ji navbirina DAIŞê ji Reqayê heta Rimêlanê û ji Amûdê heta Besrayê, hêza xwe kir yek û ew rêxit têk bir.”

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê herwiha li ser navê hevpeymaniyê  soza da ku dê berpirsiyarên xwe li dijî şêniyên herêmê pêk bînin û got: “Hevkariya me ligel HSD berdewam e, û heta DAIŞê maye em dê piştgiriya HSDê bikin.”

Myles Caggins ku berî niha çendîn car bûbû mêvanê bultenên Rûdawê û gotibû, ew gelekî bi şans e ku Kurd nas kirin û dixwaze erkê wî were dirêjkirin, di dema xatirxwastinê de çavên wî tijî hêsir bûn û giriya.

Caggins ku demeke dirêj e di nav Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de li Rojavayê Kurdistanê kar dike, ji aliyê HSDê ve hat xelatkirin.

Rojnamevan û kedkarên ragihandinê jî ku di wê konferansa rojnamevaniyê ya xatirxwestinê de beşdar bûn, jê wî re li çepikan xistin.

Caggins şahidê rojên giran û zehmet bû ku bi ser gelê Kurd de li Rojavayê Kurdistanê derbas bûn. Dît çawa Kurd DAIŞê dişkînin, her wiha bû şahidê xedira ku li Kurdan hate kirin jî. Xembariya wî ya zêde di merasîma xatirxwestinê de, vê yekê jî nîşan dide.

Myles Caggins ku di kongreya rojnamevanî de gelek hestyar bû ragihand ku HSD hêzeke mezin e û ew gelekî kêfxweş bû ku li gel vê hêzê şerê DAIŞê kirin.

Caggins amaje bi êrişa Tirkiyê û grûpên çekdar a li ser Rojavayê Kurdistanê kir û got, “destê Amerîka di van aloziyan de nebû” û diyar kir, wan weke Hevpeymaniya Navdewletî alîkariyên mirovî û leşkerî pêşkêş kirin û hêvî kir, aştî li navçeyê pêk were.

Berdevkê HSD Mistefa Balî ragihand, ku wan weke HSDê, hevkarekî hêja ji dest dan, lê dostekî baş û dilsoz heta hetayê qezenc kirin.

Mistefa Balî got: “Ceggins dê bi serbilindî vegere. Ji ber ku li dijî mezintirîn rêxistinên terorîst ên cîhanê şer kir û em bi hev re bi serketin.”

Caggins herwiha di tiwîta xwe de dîmenê Hesekê ji asmanan ve tomar kiriye  û dibêje ji Hesekê ya Rengîn Silav.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst