Navenda Nûçeyan – Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Altan Tan helwesta Tirkiyê ya derbarê giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê de rexne kir û got, "Kurdistan ava bibe, dinya xera nabe."
Parlamenterê HDPê Altan Tan di civîna giştî ya li parlamentoya Tirkiyeyê de axivî û helwesta Tirkiye ya li hember giştpirsiya 25ê îlonê ya serxwebû Kurdistanê rexne kir.
Altan Tan diyar kir ku ew ji bo şopandina giştpirsiyê hatiye Herêma Kurdistanê û wiha got: “Tirkiye heya hefteyek beriya giştpirsiyê jî gelel asayî nêzîkî Herêma Kurdistanê dibû, lê di rojên dawî de mixabin desthilatdariya tofan rakir. Sedema vê tofanê û hewarê çi ye? Partiyên ku qet li hev nedikir li ser vê mijarê li hev kirin. Desthilat û dijbereê li beramberê vê bûn yek. Parlamenterekî CHPyî got, ‘bila 24 saet wext bidin wan."
Tan bal kêşa ser wê yeke ku tirsa Tirkiyêbê weta yê û wiha domand: “Dibêjin ku li Iraqê Kurdistanek ava bibe, dê beşeke ji Suriyê jî werbigre û piştî heyamekê Tirkiye jî de parçe bibe. Em kurd û tirkên aqilê wan li serê wan dibêjin ku; Bira ev tirs bê wateye. Hezar salên kengê kurd li dijî vê erdnigariyê biryarek daye. Yên ku peymana Sewrê qetandine Kurd in. Seyîd Ebdulqadîr, Seîdê Kurdî û Şêx Seîd Efendî qetandin.”
Parlamenterê Amedê anî ziman çareseriyek pêwîst e û wiha pê de çû: “Kurdistanek ava bibe dinya xera nabe. 7 Komarên tirk hene. Kazaxistan, Kirgizistan, Ozbekista, Azerbaycan, Komara Tirk a Bkurê Qibrisê ya me tevde ye. Yanî dinya xera nabe. Heger hûn bibêjin; ‘Bila ez bi Îran bêne ba hev, bi Heşda Şabî re bêm ba hev, piştigirya netewperestên Şia yên Bexdayê bikim, bi Beşar Esed re bêm ba hev û li dijî kurdan rawestim.’ Hûn ti dê ti sûdê ji vê yekê wernegirin. Bi kurdan re bibe yek, li tevahiya Rojhilata Navîn belav bibe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse