Sirri Sakik: Tu nikarî bi nîvê miletekî re şer bikî û bi nîvê din re li hev werî

56 xulek berê
Kosar Osman
Nîşan Sirri Sakik Pêvajo Tirkiye Abdullah Ocalan Kurd Kurdistan Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Siyasetmedarê Kurd Sirri Sakik di hevpeyvîneke taybet a bi Rûdawê re li ser pêvajoyê got, “Eger em dê têkiliyên Tirk û Kurdan ji nû ve sererast bikin, ji ber ku ev dê Herêma Kurdistanê û Rojavayê jî bigire nav xwe, di pêvajoyeke ku bandora wê ya herêmî heye de ti perçe nikare li derve bê hiştin. Kes nikare bibêje ez tenê bi Kurdên Tirkiyeyê re li hev dikim, çimkî çawa ku tu nikarî bi nîvê mirovekî re li hev bikî û bi nîvê din re şer bikî, tu nikarî bi beşeke gelekî re li hev bikî û bi beşa din re şer bikî.”

Sakik bal kişand ser wê yekê ku polîtîkaya înkarê ya demdirêj a Tirkiyeyê êdî ji aliyê dewletê ve nayê domandin û lêçûna vê siyasetê her ku diçe zêdetir dibe.

Sakik, pêvajoya sala 1993yan a ku bi Turgut Ozal re dest pê kiribû û rewşa îro dan ber hev. Sakik got ku wî wê demê li Şamê bi Ocalan û Celal Talebanî (Mam Celal) re hevdîtin kiriye û wiha pê de çû:

"Wê demê fikarên Birêz Ocalan ew bûn ku Ozal bê hêz e û hêzên nava dewletê dikarin wî bikujin. Ji xwe em hîn li Şamê bûn xebera mirina Ozal hat.

Wê demê dewlet di destê hinek rêxistinên kûr de dîl bû. Îro zehmet e mirov rastî çeteyên wisa bê lê îro jî 'fikara dengan' siyasetê dîl digire. Ji ber ku bi salan e raya giştî bi propagandaya neteweperestiyê hatiye dagirtin, siyasetmedar ji windakirina dangan ditirsin."

Li gorî Sakik, pêngava Serokê MHPyê Devlet Bahçelî,ne tenê gaveke şexsî ye, lê hewldanek e ji bo kêmkirina "rîskên herêmî" yên li ser Tirkiyeyê.

Siyasetmedarê Kurd tekez kir ku Abdullah Ocalan 40 sal in ji bo muzakere û aştiyê amade ye, lê hişyarî da ku eger pêvajo bi awayekî "girtî" û neşefaf bê birêvebirin, ev yek dê bibe sedema guman û bêbaweriyê.

Sakik her wiha diyar kir ku li Parlamentoya Tirkiyeyê piştî van bipêşketinan rageşî kêm bûye, lê hîn jî xetereya sabotekirina pêvajoyê ji aliyê beşên neteweperest û yên "ji şer xwedî dibin" ve heye.

Xaleke din a girîng a hevpeyvînê, rola Herêma Kurdistanê bû.

Sirri Sakik destnîşan kir ku çareseriyeke rasteqîn bêyî tevlîbûna parçeyên din ên Kurdistanê pêk nayê û got, "Kes nikare bibêje ez tenê bi Kurdên Tirkiyeyê re li hev dikim."

Sakik pesnê rola Serokê Herêma Kurdistanê da û got, "Birêz Nêçîrvan Barzanî di vî warî de roleke bi qîmet hildigire ser xwe."

Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Agiriyê Sirri Sakik, di hevpeyvîneke taybet de ligel Edîtorê Rûdawê Kosar Osman de, nirxandinên girîng li ser nîqaşên "pêvajoya çareseriyê" ya li Tirkiyeyê, helwesta Abdullah Ocalan û rola Herêma Kurdistanê kirin.

Rûdaw: Tu wê pêvajoya çareseriyê ya ku bi pêngava Devlet Bahçelî dest pê kir çawa dinirxînî?

Sirri Sakik: Siyaseta Tirkiyeyê ya li ser înkarkirina Kurdan a ku demeke dirêj e dest pê kiriye, di salên dawî de êdî ji aliyê dewletê ve ketiye rewşeke ku nayê domandin û birêvebirin. Meseleyeke ku salan berê bi dayîna mafên bingehîn ên demokratîk dihat çareserkirin, ji ber siyaseta red û înkarê îro bûye rewşeke herêmî.

Ew siyaseta ku di salên borî de tenê li dijî Kurdên Bakur dihat meşandin, êdî li hemberî hemû nifûsa Kurdan a li Rojhilata Navîn û heta Ewropayê rawestiya. Her saniyeya ku Pirsgirêka Kurdan çareser nabe, ji bo Tirkiyeyê, ji bo Kurdan û ji bo Tirkan mesref zêde dibe.

Bi ya min Devlet Bahçelî di vê xalê de wekî nûnerê xeteke di nav dewletê de, ji bo vê pirsgirêkê derbas bike û bi ya wan ji bo kêmkirina “rîskên herêmî” yên li ser Tirkiyeyê derketine, gav avêt. Jixwe Birêz Ocalan 40 sal in dibêje ku ew ji bo çareseriyê ji her cure hevdîtinan re amade ye. Di vî warî de çareserî û aştî ji bo her kesî bi xêr dibe. Meseleyeke ku 100 sal in tijî êş û mirin e, eger bi aştiyê biqede dê bendeke gelekî mezin bê derbaskirin.

Rûdaw: Di dîroka Tirkiyeyê de çend caran pêvajoyên çareseriyê hatin destpêkirin û gav hatin avêtin, lê hûn sala 1993yan çûn Şamê û bi Mam Celal Talebanî û Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Heke tu zemîna wê demê û ya îro bidî ber hev, tu dê çi bibêjî?

Sirri Sakik: Di wan salan de dîsa Birêz Ocalan gelekî qîmet dida hewldanên aştiyê. Me jî di têkiliyên xwe yên bi Turgut Ozal re de dît ku daxwazeke wî ya wiha heye. Bi vê armancê û bi daxwaza Ozal em çûn Şamê. Mam Celal ku di heman demê de dostê min bû, ji bo tevkariyê bike hat. Wê demê fikara Birêz Ocalan ew bû ku Ozal bêhêz e û hêzên navdewletî dikarin wî bikujin.

Û nexasim hîn em li Şamê bûn nûçeya mirina Ozal hat. Wê demê dewlet ji aliyê hinek rêxistinên navdewletî ve dîl hatibû girtin. Ji siyasetê zêdetir van hêzên kûr dewlet bi rê ve dibir. Pêkhateyên tarî siyaseteke qirêj dimeşandin. Îro di nav dewletê de rastlêhatina çeteyên wiha zehmet e.

Fîgurên siyasî yên bihêz hene lê îro jî di çarçoveya Pirsgirêka Kurdan de fikarên dengan a ku siyasetê dîl digire û daxwaza desthilatdariyê tê dîtin. Li hemberî raya giştî ya ku bi salan e bi hamaseta neteweperest û propagandayan hatiye strandin, her kes ji windakirina dengan ditirse û bi tirs tevdigere.

Rûdaw: Di pêvajoya çareseriyê de bipêşketin çêbû, herî dawî şandeyeke ji sê kesan pêkhatî li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Li gel ku peyameke zelal a ji bo raya giştî nehatiye eşkerekirin, berdewam îdia tên kirin. Gelo ji ber hestiyariya pêvajoyê daxuyaniyeke zelal nehat dayîn?

Sirri Sakik: Min ji serî ve got ku meşandina pêvajoyê ya bi awayekî şefaf dê baweriya bi pêvajoyê zêde bike. Ez dizanim ku Birêz Ocalan jî di vê fikrê de ye lê wekî ku min berê got, fikara windakirina dengan, bertekên beşên neteweperest û hwd, aliyekî ber bi meşandina pêvajoyê ya girtîtir ve dehf dide.

Lê dema wisa dibe jî guman çêdibin. Mirov difikirin ku tiştek tê veşartin û dibe ku bêbawerî li hemberî pêvajoyê çêbibe. Hinek dijberên pêvajoyê yên ku ji vê rewşê sûdê werdigirin, qeydên hevdîtinan ên bi dest xistine dibirin, diguherin û ji bo gelan bînin hemberî hev tehrîf dikin û diweşînin.

Rûdaw: Tu van rojan di nav parlamentoyê de yî û derfeta te heye ku tu bipêşketinan ji nêzîk ve bişopînî. Têkiliyên te û parlamenterên MHPiyî piştî hewldana Bahçelî guherîn? Xuyaye ku êdî hûn li ser pêvajoyê hevfikir in.

Sirri Sakik: Di rastiyê de em li ser pêvajoyê ne hevfikir in. Perspektîfeke wan a li gorî xwe heye û nêrîneke me ya din heye. Mijara ku em li serê hevfikir in ew e ku ev mesele bi muzakereyan bi dawî bibe. Helbet piştî ku pêvajo dest pê kir di dan û standinan de zêdebûn çêbû, di têkiliyan de nermbûn çêbû.

Ji bilî yek du beşên piçûk ên ku hewl didin ji nijadperestiyê dengan bi dest bixin, her kes gotina xwe bi awayekî hevsengtir û bi rêzdartir dibêje. Heta li hemû meclisê rageşî kêm bû. Eger operasyonên li dijî CHPyê nebûna, dibû ku hewayeke gelekî baştir bihata girtin.

Rûdaw: Recep Tayyîp Erdogan her tim behsa baldariyê û nehatina lîstikan dike. Li Tirkiyeyê kesên li dijî pêvajoyê derdikevin kîjan çalakiyan dikin?

Sirri Sakik: Provokasyonên li hundir bi piranî ji aliyê beşên neteweperest, Tirkperest û dûvelangên wan ên di nav dewletê de tên. Pêwendiyên van ên li derve jî hene. Dema cihên Twitterê yên gelek hesabên ku li ser medyaya civakî propagandaya dijberiya aştiyê dikin eşkere bûn, derket holê ku ji derveyî welêt weşanê dikin.

Diyar e ku ev hesab ne hesabên şexsî ne. Li aliyê din beşek heye ku ji şer û hamaseta neteweperest xwedî dibe. Ev kes eger aştî çêbibe nikarin derkevin ser ekranan, nikarin neteweperestî û neteweparêziyê bifiroşin, loma ew jî bi gotinên tund hewl didin civakê sor bikin.

Rûdaw: Tirkiye di vê pêvajoyê de ti welat wekî çavê sêyem qebûl nake. Lê şandeya DEM Partiyê hat Başûrê Kurdistanê û li vir civînên girîng kirin. Lewra di navbera Enqere û Hewlêrê de hevdîtin didomin. Bi ya te, Birêvebiriya Herêma Kurdistanê ji aliyê Enqereyê ve wekî çavê sêyem hatiye qebûlkirin? Çimkî şandeya DEM Partiyê bi awayekî fermî hat; li Hewlêr û Silêmaniyê civîn pêk anîn.

Sirri Sakik: Bi ya min, hebûna hakemên bihêz û dadperwer dê di cih de bûya. Ne mecbûr e ku ev dewlet bin, dikarin saziyên wekî NYyê bin. Di dawiyê de Tirkiye li Fîlîpînê di rola dewleta navbeynkar de ye. Mînakên cîhanê jî piştgiriya vê dikin.

Di gelek qadên xitimandinê de ev hêzên hakem rê li ber derbaskirina xitimandinê vedikin an jî dema ku piştre kar xerab çûn rê nadin ku aliyê xwedî hêza propagandaya bilind sûc bavêje ser aliyê din û xwe jê xilas bike.

Ji vî alî ve, tevlîbûna hêzên ji Başûrê Kurdistanê di vê pêvajoyê de girîng e. Ez bawer im roleke wan a hêsankar, navbeynkar û piştgir heye, lê ez ne piştrast im bê ma dikare tam wekî çavê sêyem bê pênasekirin an na.

Rûdaw: Pêwendiya berdewam a Birêvebiriya Herêma Kurdistanê û bi taybetî Nêçîrvan Barzanî ya bi Enqereyê re, tevkariyê li pêvajoyê kiriye? Tu vê têkiliyê di mijara serkeftina pêvajoyê de wekî avantajekê dibînî?

Sirri Sakik: Eger em dê têkiliyên Tirk û Kurdan ji nû ve sererast bikin, ji ber ku ev dê Herêma Kurdistanê û Rojavayê jî bigire nav xwe, di pêvajoyeke ku bandora wê ya herêmî heye de ti perçe nikare li derve bê hiştin. Kes nikare bibêje ez tenê bi Kurdên Tirkiyeyê re li hev dikim, çimkî çawa ku tu nikarî bi nîvê mirovekî re li hev bikî û bi nîvê din re şer bikî, tu nikarî bi beşekî gelekî re li hev bikî û bi beşa din re şer bikî.

Ji vî alî ve, hebûna hêsankarên hevdîtin û têkiliyan û aktorên kêmkirina rageşiyê li Başûr ji bo pêvajoyê gelekî girîng e. Birêz Nêçîrvan Barzanî di vî warî de roleke bi qîmet hildigire ser xwe. Pêvajoyeke ku Başûr tê de nebe, jixwe dê gelekî bi zehmet û bi rîsk bi pêş ve biçûya.

Rûdaw: Tu wekî Sirri Sakik, pêvajoya çareseriyê ji xelkê Başûr re çawa pênase dikî û peyama te ji bo Başûr çi ye?

Sirri Sakik: Ez dikarim vê peyamê bidim gelê Kurd ê Başûr: Heta ku em wekî Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava bi hev re bisekinin, em dikarin bi gelên din ên Rojhilata Navîn re têkiliyeke gelekî wekhevtir û dadperwertir bi pêş bixin. Di hevkêşeyeke ku yekî ji me tê perçiqandin de yê din nikare bi qezenc derkeve.

Ji vî alî ve, aştiyeke bi rûmet a ku em dê li Bakur bikin, hêzeke mezin dide Başûr jî. Gelê Kurd ji mirin û zilmê bêzar bûye, înşalah di rojên pêş de li çar parçeyan paşerojeke di nav aramî û refahê de li benda me ye, têra wê dike ku em hêzê bidin hev û bi hev re bisekinin. Hezar silav ji we re.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Tirîfe Ezîz / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Tirîfe Ezîz: Divê Amerîka bi lez sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê Tirîfe Ezîzê li ser mijara ku Amerîka sîstema parastina asmanî bide Herêma Kurdistanê got, 'Bi rastî pêwîstî bi lezandina şandina van çekan a ji bo Herêma Kurdistanê dike'