Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Tomarkirina Rewşa Kesane yê Sineyê ragihand ku rêjeya zewacê li parêzgehê ji sedî 5,2 kêm bûye.
Birêvebirê Tomarkirina Rewşa Kesane yê Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê Elî Cokar ragihand:
“Ji 21ê Adara 2025an heta 21ê Îlona heman salê, 9 hezar û 243 zarok li parêzgehê ji dayîk bûne, ev jî li gorî heman dema par ji sedî 7,3 kêm bûye.”
Elî Cokar amaje bi wê yekê jî kir û got:
“Ji wê hejmarê, 4 hezar û 828 zarok kur û 4 hezar û 415 zarok jî keç bûn.”
Cokar her wiha diyar kir ku di nav zarokên ku ji dayîk bûne de 167 cêwî û 12 sêyik hebûn.
Cokar derbarê zewacê da zanîn ku di nava 6 mehan de 6 hezar û 300 zewac hatine tomarkirin ku ev jî li gorî par ji sedî 5,2 kêm bûye.
Cokar li ser amara mirinê jî ragihand ku 4 hezar û 279 mirin li parêzgeha Sineyê hatine tomarkirin ku ji sedî 6,7 zêde bûye.
Li gorî amarên dawî, hejmara şêniyên parêzgeha Sineyê milyonek û 747 hezar û 445 kes e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse