Cengîz Çandar: Êdî dor hat gavên yasayî

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Cengîz Çandar Pêvajoya Çareseriyê PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar derbarê pêvajoya çareseriyê got, “Çek nehatin veşartin, hatin şewitandin û êdî dor hat sererastkirinên yasayî

Di pêvajoya ku bi banga Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî dest pê kir de, PKKyê pêşî daxuyand ku wê xwe fesih kiriye.

Pişt re jî 11ê Tîrmeha 2025an bi awayekî sembolîk çekên xwe şewitandin.

Di çarçoveya pêvajoyê de komîteya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû avakirin xebatên xwe temam kirin.

Komîteyê rapora ku pêşniyarên wan tê de bûn pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kir.

Lê belê li ser sererastkirinên yasayî heta niha ti gavên berbiçav nehatiye avêtin.

Ev rewş di nava raya giştî de dibe sedema pirsan.

Rayedarên DEM Partiyê carnan tînin ziman ku pêvajo rawestiyaye.

Lê belê deshilatdar dibêje ku di pêvajoyê didome.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengiz Çandar li ser tiştên ku divê piştî şewitandina çekan bên kirin ji Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak re axivî.

“Çek nehatin veşartin, hatin şewitandin”

Çandar bal kişand ser aliyê sembolîk ê danîna çekan û got:

"Divê yasa bên derxistin. Çimkî sala borî çek hatin şewitandin, nehatin veşartin.

Veşartina wan tê wê wateyê ku em dê dîsa çekan derxin.

Şewitandina çekan tê wê wateyê ku em dê êdî careke din çekan bi kar neyînin.

Ma rêxistin ji 30 kesî pêk dihat, ma 30 çekên wan hebûn? Ew nîşandana vîneke bû. Ew dibêjin, 'Me ev kar qedandiye'."

“Dor hat sererastkirinên yasayî û hiqûqî”

Çandar diyar kir ku qonaxa pêvajoyê ya ji niha û pê ve sererastkirinên hiqûqî ne.

Wî da zanîn ku mijara nîqaşê ne hejmara çekan yan jî cihê endamên rêxistinê ye û rewşa wiha nirxand:

“Piştî wê dor tê derxistina qanûnê, sererastkirinên yasayî û hiqûqî. Lê hemû çek li kû derê ne, çend kes li şikeftan man? Nexwe mijar ne ev e.

Niha mijar ew e ku yên di wan şikeftan de ne û yên ku ew çek di destê wan de ne karibin bên vê derê. Ew dê bi çekan neyên.

Ji ber wê gelo wan çek danîn yan nedanîn? Tiştê girîng ew e ku ew kesên dibêjin 'Em dê êdî careke din çekan bi kar neyînin' bi awayekî bêçek bên vir.

Divê ew bigihîjin wê astê ku tam wekî ku ez li vir bi we re diaxivim karibin bi we re biaxivin.

Ji bo wê jî divê qanûn derkeve. Dor hat wê derê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst