Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Cîhada Çandiniyê yê Îranê, Mihemed Hucetî ragihand, ku nirxê şîr û berhemên ku ji şîr tên çêkirin, ên weke mast, penîr û berhemên din, li Îranê gelek giran bûye û nirxê her lîtreke şîr li Îranê gihîştiye 4,500 tûmenî.
Mihemed Hucetî da xuyakirin, nirxê ku ji aliyê hikûmetê ve bo şîrê xav hatiye diyarkirin, 1,570 tûmen e, lê belê xwediyên ajelan nirxê şîr giran kirine û her lîtreke şîr bi nirxê 2,100 tûmenî difiroşin bazarê.
Wî wezîrê îranî amaje bi sedemên giranbûna nirxê şîr û berhemên din ên ku ji şîr tên çêkirin, kir û diyar kir, giranfirotina şîrê xav ji aliyê ajeldaran, zêdebûna xercê veguhastinê û herwiha zêdebûna lêçûya pekêtkirina wan berheman sedemên sereke yên giranbûna şîr û berhemên ji şîr in.
Herwiha ajansa fermî ya dewletê ya Îranê IRNAyê jî di raportekê de ragihandiye, ku nirxê her lîtreke şîr li Îranê di navbera 3,800 heta 4,500 tûmenî de ye û diyar kiriye, ti kes û alî li hember giranbûna nirxê wan berheman xwe berpirs nabîne û bersiv nadin.
Li aliyekê din, Sekreterê Encûmena Pîşeyên Şîremenî li Îranê, Riza Bakirî ragihandiye, ku ji ber rewşa niha ya aborî ya welat û egera zirardîtina kargehên berhemanîna şîr û berhemên ji şîr, egera wê yekê heye, ku karkirina wan kargehan were rawestandin.
Riza Bakirî daye xuyakirin, ku niha li tevahiya Îranê 450 kargehên taybet bi berhemanîna şîr û berhemên ji şîr çalak in, ku derfeta kar jibo nêzîkî 520 hezar kesan çêkirine.
Bakirî amaje bi sedemeke din a giranbûna şîr li Îranê kir û got, nirxê goştê sor li bazarê berdewam girantir dibe û ew yek jî bûye sedem ku ajeldar li cihê ku sûdê ji şîrê pez û çêlekên xwe werbigirin, goştê wan bifiroşin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse