Hewlêr (Rûdaw) – Pisporê Nexweşiyên Zarokan Dr. Pişder Ebdullah diyar kir ku divê dayîk bi berdewamî şîr bidin zarokên xwe û ji bo zêdekirina şîr çend xalên girîng destnîşan kirin.
Pisporê Nexweşiyên Zarokan Dr. Pişder Ebdullah da zanîn ku dema zarok pêsîra dayîka xwe dimijin, ev yek rê li ber belavbûna du hormonan dike; yek ji wan çêbûna şîr zêde dike û yê din jî derketina şîr hêsantir dike.
Pisporê Nexweşiyên Zarokan her wiha pêşniyar kir û da zanîn ku divê dayîk di dema dayîna şîr de masajê li pêsîrên xwe bikin ku zêde şîr derkeve.
Ev çend xalên ji bo zêdekirina şîrê dayîkê ne:
“1) Divê dayîk ji aliyê derûnî ve rihet be, çimkî xemokî û dudilî dibin sedema kêmbûna şîrê dayîkê.
2) Pêwîst e bi berdewamî şîr bide zarok, çimkî dema zarok pêsîra dayîka xwe dimije, ev yek rê li ber belavbûna du hormonan; yek jê çêbûna şîr zêde dike, yê din jî derketina şîr hêsantir dike.
3) Divê di her dayîna şîr de zarok ji her du pêsîran şîr vexwe. Eger we hest kir ku zarok tenê dikare aliyekî vala bike û westiyaye, divê hûn zarok bibin ser pêsîra din.
4) Hûn dikarin di dema dayîna şîr de masajê li pêsîrên xwe bikin ku şîrê herî baş û bi miqdareke zêde derkeve.
5) Divê awayê dayîna şîr baş be.
6) Nabe ku şîrîşk û şîrê qutiyan werin bikaranîn.
7) Xwarina hinek cureyên xwarinê ji aliyê dayîkê ve şîrê wê zêde dike, wekî spenax, birinc, gêzer, masiyê salmon û porteqal.
8) Divê hewl were dayîn ku miqdareke baş av û vexwarinên din werin vexwarin lê nabe bi zorê be.”
Dezgeha Tenduristiyê ya Rûdawê hefteyeke bi navê “Şîrê dayîkê, derziyeke ji bihuştê” ji bo vê mijarê veqetandiye û hewl dide zanyariyên herî nû bigihîne welatiyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse