Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Êzidiyan ê li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî yên Herêma Kurdistanê Xeyrî Bozanî ragihand, ku hikûmetên Iraq û Sûriyê li ber hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo dîtina wan Kurdên Êzidî, rêgirî dikin.
DAIŞ li Sûriye û Iraqê têk çû û niha ti bajar di destê wê de nemaye. Kurdên Êzidî jî hêvî dikin ku xizmên wan ên ku di destê DAIŞê de ne vegerin, lê heta niha jî çarenûsa %50ê Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, ne diyar e.
Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, 550 hezar Kurdên Êzidî hene. Piştî êrişên DAIŞê yên di Hezîrana 2014an de 360 hezar kes aware bûn û 1293 kes jî şehîd bûn.
Dema kontrolkirina Deşta Neynewayê û sînorê navçeya Şingalê, 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin, heta niha jî 3 hezar û 210 kes di bin destê DAIŞê de ne.
Nûnerê Êzidiyan ê li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî yên Herêma Kurdistanê Xeyrî Bozanî amaje bi wê yekê kir, ku hikûmetên Iraq û Sûriyê li ber hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo dîtina wan Kurdên Êzidî û rizgarkirina wan astengî derdixin.
Her çi qas heta niha bi sedan Kurdên Êzidî hatibin rizgarkirin jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha dixwaze bi rêya rêxistinên ser bi Neteweyên Yekgirtî û bi gotûbêja li gel Bexdayê, li wan kesan bigerin ku winda bûne.
Wergêran û nivîsîn: Îlyas Aslanhan
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse