Alîkara Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Mignon Houstonê diyar kir ku ew di siyaseta derve de girîngiyê didin mijarên Rojhilata Navîn û got:
"Rojek derbas nabe ku em li ser Xeze, Sûriye û pirsgirêkên herêmî yên berfirehtir nesekinin.”
Wê da zanîn jî ku berdewamiya têkiliyên Washingtonê bi desthilatdarên demkî yên Sûriyeyê re zextê li ser kiryarên berbiçav ên di warê mafên mirovan û redkirina terorê de dike.
Houstonê li ser mafên Kurd, Durzî û hindikahiyên din li Sûriyeyê, piştgiriya Amerîkayê ji bo civakên hindikahî teqez kir û got, "Paşeroja wan bi qasî ya her kesî girîng e."
Wê her wiha berdewamiya pêbendbûna Amerîkayê ya bi aramiya herêmî û ewlehiyê anî ziman û rola çalak a wezîr Rubio di handana Bexda û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo jinûve destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Îraq-Tirkiyê pejirand û biland:
"Me dît ku wezîr Rubio bi zelalî dibêje, ew dixwaze ji nû ve destpêkirina boriya Îraq-Tirkiye bibîne. Ew dixwaze wê destpêkirinê bibîne."
Wê piştgiriya rêveberiya Trump ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dubare kir û got ku ew "çavkaniyeke girîng e ji bo herêmê."
Mignon Houstonê derbarê milîsên ku piştgiriya Îranê li Îraqê werdigirin fikarên xwe anîn ziman û got ku Amerîka berdewam dike ji bo Îraqeke ewle û aram ku karibe DAIŞê têk bibe û welatiyên xwe biparêze û li pey çû:
"Û paşê gotûbêjên ku em di hemû astan de dikin ev in.
Em dizanin ku ew ne hêsan e. Ew di roj û şevekê de çênabe lê ev e tiştê ku em pê ve pêbend in. Em dê berdewam bixebitin."
Ew her wiha li ser gotûbêjên berdewam ên bi Îranê re yên derbarê programa wê ya atomî axivî.
Hem Amerîka hem jî Îranê sê gerên gotûbêjan temam kirine û li gorî Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, tê payîn ku gera çaremîn a gotûbêjan li Romayê were lidarxistin.
Houstonê nexwest demekê diyar bike lê wê bal kişand ser nêzîkatiya Trump û got, "Ew danûstandinkarekî baş e. Em zexta herî zêde dikin dema ku em bi awayekî dîplomatîk tevdigerin."
Alîkara Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Mignon Houstonê pirsên Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde bersivandin:
Rûdaw: Mignon, gelekî spas ji bo ku tu beşdarî Rudawê bûyî.
Mignon Houston: Gelekî spas dikim. Spas ji temaşevanên we re ku ez vexwendim. Ev rûmeteke mezin e. Gelekî spas.
Rûdaw: Bê guman. Ez dê li ser siyaseta derve ya Serok Trump bipirsim. Gelek tişt diqewimin û di navbera vê rêveberiyê û rêveberiya berê de guherîneke mezin çêbûye. Hûn dikarin ji me re bibêjin dema ku mijar dibe siyaseta derve, hûn li ser çi disekinin, gelo Rojhilata Navîn e, Ukrayna ye? An jî Çîn? Hûn dikarin vê yekê ji bo temaşevanên me zelal bikin?
Mignon Houston: Hûn dizanin, ez ji vê pirsê hez dikim û bi taybetî di vê rojê de, ji ber ku em 100 rojên pêşîn ên vê rêveberiyê pîroz dikin. Demeke kelecan e ku meriv bi rastî bisekine û bibîne ka çi hatiye bidestxistin û çi karekî mezin bi vê rêveberiyê hatiye kirin, em destkeftên rastîn li hundir û derveyî welêt dibînin.
Ev rêveberî bi mandatekê hat, bê guman, ji gelê Amerîkayê, digotin, em dixwazin Amerîkayekê bibînin ku ewletir, bihêztir û dewlemendtir be û ev yek ne tenê di siyaseta navxweyî de lê di siyaseta derve de jî heye.
Em li ser siyasetên ku dê fersend, çavkanî, ewlehiya aborî ya ku em li vir heq dikin bidin gelê Amerîkayê, disekinin û gelê Amerîkayê vê yekê li ser sînorê me dibîne, em di derbasbûnên neqanûnî de kêmbûneke ji sedî 95 dibînin.
Ev destkefteke mezin a navxweyî ye li çaraliyê cîhanê, em dibînin ku siyaseta me ya derve ji aliyê wezîr Rubio ve tê birêvebirin ku em hemû difikirin ku ew ecêb e. Nizanim ew kengî radikeve. Ew jî karên ecêb dike û kêfxweş im ku bêhtir bi we re li ser biaxivim.
Rûdaw: Werin em behsa Rojhilata Navîn bikin. Gelo vê birêvebiriya ha Rojhilata Navîn xistiye rêza paşiyê, ji ber ku em gelek karan li gel welatên Rojhilata Navîn nabînin, dema ku mijar dibe Îraq, Sûriye heta kar li gel rêveberiya demkî ya Sûriyeyê jî nayê kirin, her wiha dema ku mijar dibe şerê Xezeyê, ma we Rojhilata Navîn xistiye rêza paşiyê yan hêj jî ev dosyayên han li ser maseya Koşka Spî ne?
Mignon Houston: Hûn dizanin, digel rêza xwe, ez dixwazim bibêjim ku ez vê yekê bi hemû awayî red dikim. Ango, ev birêvebirî li ser astên herî bilind bi awayekî lazerî balê dikşîne, kesayetên weke Balyoz Witkoff an Wezîr an Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî dişîne derve daku bi rastî balê bikişînin ser Rojhilata Navîn, rojek derbas nabe ku em balê nekişînin ser rewşa Xezeyê, rojek derbas nabe ku em balê nekişînin ser çawaniya ku em dikarin aramiyeke mezintir, raberên mafên mirovan ji bo Rojhilata Navîn bînin.
Em şert û mercên ku ji bo aştiyê, ji bo pêşketina aborî ya zêde, ji bo pêşketinên ewlehiyê hatine afirandin dixwazin û em berdewam li ser hemû astan kar dikin, wekî ku te qala Sûriye û desthilatên demkî kir, me zelal kiriye ku em dixwazin bibînin ku desthilatên navxweyî û kiryar hebin, ne tenê gotinên wan.
Divê em Sûriyeke ku balê bikişîne ser mafên mirovan ku balê bikişîne ser gel, hindikahiyên etnîkî, li Sûriyeyê ku balê bikişîne ser piştrastkirina ku êdî terorîstên biyanî yên bi rolên fermî ve girêdayî li Sûriyeyê nemînin ku ew bi hemû awayî terorê înkar dikin, bibînin. Ev in tiştên ku em dixwazin ji desthilata demkî bibînin.
Rûdaw: Te qala Sûriyeyê kir. Nerîna te çi ye dema ku mijar dibe mafên Kurdan û mafên Durziyan li Sûriyeyê?
Mignon Houston: Em di vî warî de pir eşkere bûne. Em dixwazin Sûriyekê bibînin ku rêzê li mafên mirovan digire. Em di astên pir bilind de mijûl in. Hûn dikarin bibînin ku gotûbêj li vir di dezgehê de û ji hêla Koşka Spî ve, ji hêla Konseya Ewlehiya Neteweyî ve diqewimin da ku bi rastî piştrast bikin ku em li Sûriyeyê rêzgirtina mafên mirovan dibînin.
Girîng e ku hindikahiyên me yên etnîkî li Sûriyeyê, wekî ku te behs kir, em li ser dengên wan difikirin, em li ser malbatên wan difikirin, em li ser civakên wan difikirin ku paşeroja wan bi qasî paşeroja her kesî girîng e û piştrast bikin ku em gotûbêjan dikin ku dê me bigihîne wê gavê, ya ku em niha dikin tam ev e.
Rûdaw: Demeke me ya kurt heye û gelek pirs hene. Ka em biçin Îraqê. Amerîka di parastina ewlehiya Îraqê de roleke mezin dilîze, ji ber ku baregehên we li wir hene. Têkiliyên we yên baş bi Hewlêr û Bexdayê re hene lê ev demeke dirêj e nakokî li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê heye, kompanyayên Amerîkî li wir hene û wezîr Rubio çend têkiliyên telefonê li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Îraqê kirine, çima em nabînin ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Boriya Tirkiye û Îraqê dest pê dike, helwesta we li ser vê yekê çi ye?
Mignon Houston: Belê, me dît ku wezîr Rubio bi zelalî dibêje, ew dixwaze destpêkirina boriya Îraq-Tirkiyeyê bibîne. Ew dixwaze wê destpêkirinê bibîne. Ew girîngiya vê çavkaniyê ji bo herêmê fêm dike, ew dê ji bo veberhênana ji Dewletên Yekbûyî, kompanyayên me yên Amerîkî yên li wir, welatiyên me yên Amerîkî yên li wir çi wateyê bide.
Em dixwazin bibînin ku ev çavkanî bikêr be. Em dizanin ku di du salên dawî de me kêmbûnek di şiyana xebitandina wê de dîtiye. Em dixwazin vê biguherînin. Wezîr di vî warî de pir zelal bûye.
Rûdaw: Hefteya borî, Cîgirê Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Karên Derve li vir bûn. Bi wî re, wezîr Rubio behsa mijarên ewlehiyê yên li Îraqê kir. Em dizanin ku li Îraqê gelek komên milîs ku ji aliyê Îranê ve tên destekkirin hene. Gelo we ji hikûmeta Îraqê xwestiye ku van koman nehêle? Helwesta we li ser komên milîs ên li Îraqê çi ye, yên ku hem li hundir û hem jî li derveyî Îraqê êrîşî berjewendiyên Amerîkayê dikin?
Mignon Houston: Wezîr li ser Îraqeke ewle, berdest û aram disekine. Têkiliyeke me ya gelekî xurt a hevkariya ewlehiyê bi Îraqê re heye. Têkiliyên me bi Îraqê re normal bûne. Em dizanin ku Îraq li herêmê hevpeymanekî bihêz e.
Em dixwazin Îraqekê bibînin ku karibe DAIŞê bi awayekî mayînde têk bibe. Em dixwazin Îraqekê bibînin ku karibe ewlehiya xwe, ewlehiya welatiyên xwe misoger bike û nîqaşên ku em di hemû astan de dikin ev in. Em dizanin ku ev ne hêsan e. Ev yek di roj û şevekê de çênabe lê em pêbendî vê yekê ne. Em dê berdewam ji bo vê yekê bixebitin.
Rûdaw: Û têkiliya we bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re çawa ye? Li Îraqê, Herêma Kurdistanê heye û hûn kêfxweş dibin ji têkiliya bi Kurdan re. Hûn çawa li pêgeha Kurdistanê li Îraqê dinêrin? Hûn bi wan re li ser avakirina hikûmeteke nû axivîne?
Mignon Houston: Belê, ez nikarim bersiva pirsa dawî bidim lê ez dikarim ji we re bibêjim ku ev boriya han dê ji bo her kesî bibe çavkanî, ne wisa? Wê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibe çavkanî, wekî ku we behs kir, ew dê ji bo gelê Kurd bibe çavkanî. Ev ji bo me girîng e ku em vê boriya han ava bikin û ji bo ku em vê veberhênanê bînin ku dê aştiyeke zêdetir, çavkaniyên zêdetir, derfetên zêdetir ji bo pêşerojê wekî ku ew heq dikin bîne.
Rûdaw: Bila em li ser Îranê biaxivin. We dest bi danûstandin an gotûbêjên bi Îranê re kiriye; navê we çi dibe bila bibe, hûn di odeyên cuda de ne lê bi hev re dipeyivin. Hûn dikarin ji me re bibêjin ku we heta niha di sê gerên gotûbêjên bi Îranê re çi bi dest xistine û hûn geşbîn in ku hûn dikarin bi Îranê re li ser şiyanên atomî lihevkirinekê bikin?
Mignon Houston: Binêre, Serok Trump danûstandinkarekî baş e. Em dikarin bibêjin ku ew 100 rojên pêşîn e. Ew daxuyaniyek e ku her kes li ser wê zelal e. Wî gotiye ku ew dixwaze bi Îranê re lihevkirinekê bibîne. Ev lihevkirineke girîng e,û wî gotiye ku heke Îran dixwaze lihevkirinekê bibîne, divê Îran vê yekê pêk bîne.
Em dibînin ku ev gotûbêj di astên pir bilind de pêk tên. Em dibînin ku bal tê kişandin ser lihevkirinekê, û di bingeh de, Serok hemî çavkaniyên xwe bi kar anîne. Kampanyaya zexta herî zêde ji bo ku balê bikişîne ser gefa çekeke navokî li Îranê û wateya wê û em çawa wê dinirxînin û her wiha dan û standineke dîplomatîk. Ev her du enî ji aliyê vê birêvebirê ve bi awayekî dîplomatîk hatine xebitandin û serkirdayetiya vê rêveberiyê, wezîr Rubio, wê yekê bêtir dibe û em berdewam li ser wê disekinin.
Rûdaw: Cara dawî, dema birêvebiriya yekem a Trump ji JCPOAyê vekişiya, wan got ku hemû alî negirtiye nav xwe, mîna komên milîs, programa mûşekan û her tişt, ji ber vê yekê hûn ê bi taybetî qala çekên atomî yan dewlemendkirina uranyumê bikin vê carê, yan hûn qala hemû aliyên din ên têkildarî Îranê dikin?
Mignon Houston: Ev pirseke baş e. Ev nîqaşên dînamîk in ku niha diqewimin. Ez naxwazim pêşdîtinekê li ser hestyariyên derbarê nîqaşan de bikim, lewra ez dikarim tenê gotinên Serok ducare bikim ku bi dengekî pir bilind gotiye ku divê Îran dest nede çekên navokî. Ev dê ji bo herêmê ziyandar be. Ev dê ji bo cîhanê ziyandar be, û divê ew bernameya xwe ya mûşekên balîstîk rawestînin.
Divê ew berdewamiya dewlemendkirina uranyumê ji bo armanca çêkirina bombeyekê rawestînin, ev ne tiştek e ku xelkê herêmê heq dike. Em dixwazin tiştên baştir bibînin û em dixwazin ji bo xelkê vê herêmê bêtir bibînin, û ji ber vê yekê Serok behsa vê peymanê kir. Ew balê dikişîne ser kampanyaya zexta herî zêde û herwiha axaftinên dîplomatîk di vê astê de.
Rûdaw: Pirsa dawî: Ma we ji bo dan û standinên bi Îranê re xêzeke demî heye? Hûn dê heta kengî axaftinê bidomînin? Ma we ji bo van axaftinan dema dawî heye yan hûn dê her gav biaxivin?
Mignon Houston: Binêre, hûn dizanin, ez difikirim ku serokekî we heye ku danûstandinan dike û ya ku ez ê balê bikşînim ser ev e. Serokekî we heye ku di karê xwe de pir baş e, ew dizane ku ew çi dike. Ez dê pêşwext ti xêzên demî nîşan nekim lê ez dikarim bibêjim ku baweriya me temam e ku Serok Trump dikare vî karî bike.
Rûdaw: Gelekî spas, Mignon, ji bo ku hûn li Rûdawê bûn û em li bendê ne ku em careke din we bibînin.
Mignon Houston: Spas. Ez ê kêfxweş bim, ez dikarim her demê vegerim.
Rûdaw: Spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse