PDKyê ji bo Serokkomariya Îraqê 4 merc danîn ber YNKyê

Duh li 07:15
RÛDAW
Logoya PDKyê
Logoya PDKyê
Nîşan PDK YNK Bafil Talebanî Hoşyar Zêbarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke agahdar hûrgiliyên civîna Hoşyar Zêbarî û Bafil Talebanî ji Rûdawê re eşkere kirin û ragihand ku PDKyê 4 merc danîne ber YNKyê.

 Li gorî wê çavkaniyê eger ew werin bicihkirin, PDK li Bexdayê nabe asteng.

Merc bi aktîvkirina parlamentoyê û pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne.

Çavkaniyeke agahdar ji naveroka civînê ji pêşkêşkarê bernameya "Rûdawa Îro" Niwêner Fatîh re ragihand ku roja yekşemê endamê Mekteba Siyasî ya PDKyê Hoşyar Zêbarî û Serokê YNKyê Bafil Talebanî civiyane.

Di civînê de YNKyê ji PDKyê xwestiye ku di vê maweya kêm a yasayî de ti namzedekî ji bo posta Serokkomariyê pêşkêş nekin heta ku şandeyeke wan were û li ser aktîvkirina parlamentoyê û pêkanîna hikûmetê li hev bikin.

PDKyê namzedên xwe diyar kirin

Li gorî agahiyên Rûdawê, PDKyê red kiriye ku bêyî lihevkirinê dest ji mafê xwe yê namzedkirina kesayetiya berde, lewma roja duşemê Dr. Fuad Husên û Newzad Hadî ji bo posta Serokkomariyê namzed kirin.

Peyama PDKyê ji bo YNKyê zelal bûye, "Pêşî em li hev dikin, eger her tişt baş bû, wê demê em dê namzedên xwe vekişînin."

22 roj ji bo yekalîkirina mercan

Çavkaniya Rûdawê amaje pê kir ku niha "jimartina paşve" (countdown) ji bo YNKyê dest pê kiriye û tenê 22 roj li ber hilbijartina Serokkomarê Îraqê mane.

PDKyê 4 mercên sereke dane YNKyê ku divê berî hilbijartina serokkomar werin bicihkirin, nexwe PDK dê bi namzedên xwe beşdarî pêvajoyê bibe.

Mercên PDKyê çi ne?

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ev nexşerê daniye ber YNKyê:

Yekem: Divê Parlamentoya Kurdistanê were aktîvkirin û desteya serokatiyê were hilbijartin; posta Serokê Parlamentoyê dê ji bo YNKyê be.

Duyem: Piştî gava ewil, divê parlamento bicive û Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê were hilbijartin û YNK jî deng bide wî.

Sêyem: Divê parlamento careke din bicive û Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya 10emîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê were wezîfedarkirin û kabîne were avakirin.

Çarem: Eger her sê xalên li jor hatin bicihkirin, PDK dê namzedên xwe yên ji bo posta Serokkomariyê vekişîne û deng bide namzedê YNKyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst