Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, di operasyoneke sextekariyê de ku li 11 parêzgehan hat kirin, 17 kes hatin desteserkirin û 10 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.
Hat diyarkirin ku tora sextekariyê nêzîkî 20 milyon dolar pere bi dest xistiye.
Toreke sextekariyê ya li Amedê, li ser medyaya civakî di bin navê kampanyaya “bi faîza sifir firotina avahiyan” de hesabên bankayê yên welatiyên li bajarên cuda bi dest xistine û pereyên di hesabê wan de veguhastine hesabên xwe.
Tîmên Şaxa Têkoşîna li Dijî Sûcên Sîber a Birêvebiriya Ewlehiyê ya Amedê, doh li dijî tora sextekariyê li 11 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyon pêk anî.
Li 11 parêzgehan operasyon
Di operasyona ku li bajarên Amed, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Colemêrg, Dîlok, Stenbol, Nîgde, Mugla, Kirklarelî û Îzmîrê hat lidarxistin de 17 gumanbar hatin desteserkirin.
Gumanbar piştî kar û barên îfadeyê sewqî Dadgeha Amedê hatin kirin.
10 kes hatin girtin
Dadgehê derbarê 10 kesan de bi tohmeta sextekariyê biryara girtinê da.
7 kes jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan.
Ji aliyê din ve hat tesbîtkirin ku gumanbaran bi rêya hesabên bankayê û pereyên krîpto bi 827 milyon û 473 hezar lîreyan pere veguhestine ku dike nêzîkî 20 milyon dolaran.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse