Riha (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê welatiyê bi navê Eyyûp Karagoz xwest ku navê zarokê xwe bike Memê Alan lê Rêveberiya Nifûsê ya Wêranşarê rê neda wî.
Her çiqas rayedarên Tirk behsa hilweşandina qedexeya li ser zimanê kurdî bikin jî lê heta niha jî qedexeya li ser zimanê kurdî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê didome.
Li Wêranşara Rihayê, welatiyê bi navê Eyyûp Karagoz ku dixwest navê kurê xwe bike Memê Alan, daxwaza wî ji aliyê Rêveberiya Nifûsa bajêr ve hat redkirin.
Eyyûp Karagoz li ser vê mijarê ji Rûdawê re got: “Ez dixwazim navê kurdî li zarokê xwe bikim lê her carekê pirsgirêkeke nû ji min re derdixin. Ez wêjeya kurdî pirr hez dikim, Memê Alan jî ji bo min pirr bi qedr û qîmet e. Ji ber wê yekê min xwest navê wî li zarokê xwe bikim. Lê Nifûsê ji min re got here û navekî din li zarokê xwe bike. Niha ez gellekî aciz im û ez dixwazim kesên deshilatdar alîkariya min bikin.”


Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse