Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta qaçaxçîtiya çekan 16 kes hatin desteserkirin.
Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak îro li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Rihayê li navçeya Wêranşarê di operasyonekê de bi ser 14 navnîşanan de girtiye û wan 16 gumabarên qaçaxçîtiya çekan desteser kirine.
Li gorî daxuyaniya parêzgar, di lêgerîna li navnîşanan de dest bi ser 5 çekên lûledirêj, 13 demançe, 5 tifing, 35 şarjor û 2 hezar û 590 guleyan de hatiye girtin.
Hat zanîn ku li Fermandariya Cendirmeyan a Rihayê lêpirsîna derbarê wan didome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse