Li Bilbilê ji ber topbaranê jinek birîndar bû

06-02-2018
RÛDAW
Gundê Kotana yê navçeya Bilbilê ji aliyê topxaneyên artêşa Tirkiyê ve hat topbarankirin (Wêne: anha)
Gundê Kotana yê navçeya Bilbilê ji aliyê topxaneyên artêşa Tirkiyê ve hat topbarankirin (Wêne: anha)
Nîşan Efrîn Êriş Tirkiye Bilbil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Gundê Kotana yê navçeya Bilbilê ji aliyê topxaneyên artêşa Tirkiyê ve hat topbarankirin û di encam de jinek birîndar bû. Li aliyê din heta vê sibê li gelek navçeyan şer berdewam bû.

 

Şevê din ve heta vê sibê, şer û pevçûnên di navbera hêzên Tirkiyê-çekdarên girêdayî wê û şervanên HSDê de li çend navçe û gundên Efrînê berdewam bûn.


Li gor medya nêzîkê PYDê, Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê îro di saetên berbangê de gundê Kotana topbaran kirin û di encam de jina bi navê Emîne Xelîl Horo birîndar bû.

 

Şerê giran li gundê Şêxûrzê yê devera Bilbilê û her du gundên Dîkmetaşê û Şiltehtê yên devera Şera derketibû. Li Cindirêsê jî vê sibê, derdora bajarok û gundên nêzîk hatin topbarankirin.

 

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî wê li devera Şiyê gihiştine nav gundê Hec Bilêl, ku nêzîkî 5 kîlometreyan dûrî sînorê Bakurê Kurdistanê ye.

 

Li devera Bilbilê, hêzên êrîşker gihiştibûn çiyayê Şêxûrzê û navenda gundê Şêxûrzê. Li gorî daxuyaniyeke HSDê, şer û pevçûnên giran li wê deverê derketin û di encamê de, hêzên êrîşker ji gundê Şêxûrzê û bilindahiyên derdora wê hatine derxistin.

 

Li gor çavkaniyên xwecihî, hêzên êrîşker li rojhilatê Gundê Şêxûrzê û bakurê gundê Sehrîncekê nêzîk gundê Umer Simo bi cih bûne.

 

Derbarê rewşa meydanî ya Cindirêsê de, çalakvanê siyasî Merwan Henan ji Rûdawê re got ku şeva Duşemê û heta sibeha Sêşemê, şer û pevçûn li deverên sînorî ji Hemamê û heta nêzîk Celemê nav bi nav hebûn.

 

Li gor Merwan Henan, sibeha roja Sêşemê jî topbaran li ser hin deverên derdora Cindirêsê berdewam bû. Henan da zanîn ku gundê Hesîrkê yê erebnişîn li bakurê rojavayê Cindirêsê ku 5 kîlometreyan ji sînor dûr e ji destên hêzên êrîşker hatiye derxistin.

 

Ji devera Şera, çalakvan Bavê Selah ji Rûdawê re da zanîn ku şeva Duşemê û heta sibeha Sêşemê, şer û pevçûnên giran li her du gundên Şiltehtê û Dîkmetaşê berdewam bûn. Li gorî Bavê Selah, sibeha roja Sêşemê şer li wan her du gundên sînorî rawestiya ye.

 

Li gorî çavkaniyên xwecihî ji herêma Efrînê, 3 roj dibe, balafirên şerker ên artêşa Tirkiyê di ser Efrînê re nefiriyane û tu cih û dever nehatine bombebarankirin.

 

Li aliyê din Serokerkaniya Tirkiyê ragihand ku li bajarê Idlibê di navbera hêzên wan û komek çekdar de şer derketiye û leşkerekî Tirkiyê li xala çavdêriyê hatiye kuştin. Herwiha 5 leşker û karmendekî sivîl jî birîndar bûne.

 

Operasyona Efrînê ku ji 20ê Çileya 2018ê ve dest pê kiriye, ji wê rojê ve topxane û balafirên şer ên Tirkiyê gund û navçeyên cuda ên Efrîna Rojavayê Kurdistanê topbaran û bombardiman dikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst