Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Rêbwar Talebanî ragihand, eger li gor yasayê be ew dê serpireştiya civîna encûmenê bike, ku dê li Hewlêrê bê lidarxistin.
Rêbwar Talebanî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Eger li gor yasayê be, ez dê serpireştiya civîna bê ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bikim, ku biryar e eoja 18ê vê mehê li Hewlêrê were lidarxistin”.
Rêbwar Talebanî got: “Demek bû ku min daxwaz kiribû, PDK û YNK li ser cihê civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li hev bikin, spas ji Xwedê re ku niha gihîştine rêkevtinê, em jî dê serpireştiya civîna Hewlêrê bikin”.
Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê behsa wê yekê jî kir, “ku eger civîna encûmenê li Hewlêrê neasayî be, divê 13 endam bi fermî daxwaza civînê bikin, lê belê eger civîneke asayî be, eger endamek jî daxwaz bike, dê civîna asayî bê lidarxistin”.
Rêbwar Talebanî got: “Ji ber ku civîn li Hewlêrê tê kirin, eger heye ku em daxwaz bikin, ew civîn li nav bînaya Encûmena Parêzgeha Hewlêrê bê kirin”.
Di civîna duh a şandên PDKê û YNKê de ku li Hewlêrê hate sazkirin, herdu alî li ser wê yekê rêkevtin kirin, heman roja ku parlamentoya Kurdistanê dicivie, wate di 18-02-2019 de, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê jî li bajarê Hewlêrê bicive.
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê çend civînên şêwirê encam dane, lê belê heta niha ti civîneke asayî li dar nexistiye.
Lidarneketina civînên asayî yên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji ber wê yekê bû, ku Fraksyona Birayetî, ku fraksyona Kurdî ya nav encûmenê ye, û bi 26 endaman xwediyê piraniya kursiyên encûmenê ye, amade nebû civîn were sazkirin.
Beşek ji endamên Fraksyona Birayetî li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, ji ber ku Kerkûk weke “herêmeke dagîrkirî” dibînin, amade nebûn ku vegerin Kerkûkê, lewma civînên encûmenê nehatin sazkirin.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di du hefteyên bihorî de gelek hewl da, ku Cemal Mewlûd weke kesê herî bi temen ê nav encûmenê, serpireştiya civînên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bike, lê belê di hewldana xwe biserneket û herî dawî duh YNK û PDK di civîna xwe ya li Hewlêrê de li ser wê yekê li hev kirin, ku roja 18ê vê mehê civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bê lidarxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse